Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Pêwendiyan ê Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê yê li Hewlêrê ragihand ku bi 2 mûşekan êrişî baregehên wan ên li Dola Alanê hatiye kirin.
Ev herêm dikeve devera Îdareya Serbixwe ya Soranê ya li parêzgeha Hewlêrê.
Berpirsê Pêwendiyan ê Komeleya Zehmetkêşana Kurdistanê yê li Hewlêrê Emced Husên Penahî ji Rûdawê re axivî û got:
"Îşev saet 22:40î bi 2 mûşekan êrişî baregehên Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê yên li Dola Alanê hat kirin."
"Di çarçoveya êrişên Îranê de ye"
Emced Husên Penahî bal kişand ser êrişên berê jî û got:
"Ev êriş di çarçoveya êrişên Komara Îslamî ya Îranê de ye ku li dijî baregeh û navendên me didomin."
Bi zêdetirî 81 mûşek û dronan li wan xistine
Li gorî zanyariyên ku Berpirsê Pêwendiyan ê Komeleyê dane Rûdawê, ji destpêka alozî û şerên di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Amerîka û Îsraîlê de heta niha navendên wan gelek caran bûne hedef.
Hat zanîn ku di vê demê de bi zêdetirî 81 mûşek û dronan êrişî baregeh û navendên Komeleyê hatiye kirin.
