Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed ji Rûdawê re ragihand ku îro 28 dîlên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) hatine berdan.
Nûredîn Ehmed diyar kir ku ew şervanên jin li bajarokê Şedadê hatine radestkirin.
Li gorî gotina Nûredîn Ehmed, "Ev gav di çarçoveya hewlên ji bo xurtkirina aramî û aştiya civakî ya li herêmê de hatiye avêtin."
"Bi ti awayî guleyan bernedin"
Nûredîn Ehmed bi rêya Rûdawê bangî welatiyan kir ku şahiya xwe bi berpirsyarî nîşan bidin û bi ti awayî guleyan bernedin.
Wî her wiha xwest ku welatî pêbendî qanûn û rêbazan bin da ku ewlehî û aramiya herêmê parastî bimîne.
Berdana şervanên HSDyê di rojevê de ye
Nûredîn Ehmed her wiha eşkere kir ku hewl û hevahengî didomin da ku di demeke nêz de komeke din a şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî were berdan.
Tevî ku hûrgiliyên vê mijarê hîn bi temamî zelal nebûne jî xebat bi giranî tên meşandin da ku ev pirsgirêk bi yekcarî were çareserkirin.
.jpg&w=3840&q=75)