Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şemzînanê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, di nav kîsekî reş de termek hat dîtin.
Doh êvarî şêniyên gundê Helaneyê yê Şemzînanê dema ji bo berhevkirina pincarê çûn çolterê, rastî kîsekî reş hatin ku termek tê de bû.
Li ser agahdarkirina gundiyan, tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.
Zayenda term ne diyar e
Tîman di lêkolîna destpêkê de dît ku term demeke dirêj li derve maye.
Hat ragihandin ku term gelekî têk çûye, loma di pişkinînên (kontrol) yekem de nehatiye zanîn ka term ê jinê ye yan ê mêr e.
Piştî xebatên li cihê bûyerê, term ji bo destnîşankirina nasnameyê û eşkerekirina sedema mirinê sewqî mirîxaneya Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê hat kirin.
Lêpirsîn didome
Ji bo ku were zanîn bê term ê kê ye û çawa miriye dest bi lêpirsineke berfireh hat kirin û xebatên li navçeyê didomin.
Tê çaverêkirin ku nasname, zayend û sedema teqez a mirinê piştî otopsiyê û lêkolînên bijîşkiya dadî eşkere bibin.
