Hewlêr (Rûdaw) - Meclisa Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSKyê) civîna xwe ya asayî li dar xist û li ser bipêşketinên li Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.
PSKyê ragihand, "Em tenê bi diyalog, hevkarî û tifaqa neteweyî dikarin dorpêça li ser gelê xwe bişikînin."
Meclisa PSKyê di 2ê Hezîrana 2026an de civiya û piştî civînê, encamên nîqaşên xwe bi daxuyaniyekê ji raya giştî re eşkere kirin.
Gefên li ser Herêma Kurdistanê
PSKyê bal kişand ser rewşa Herêma Kurdistanê û diyar kir ku destkeftiyên dîrokî û statuya federal a li Başûrê Kurdistanê di bin gefeke giran de ne.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Îran û milîsên ser bi wê ve bênavber Herêma Kurdistanê bombebaran dikin da ku aramiyê têk bibin.
PSKyê banga hevkariyê li hemû partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî van gefan bi berpirsiyaryeke dîrokî tevbigerin.
PSKyê her wiha banga pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku ev du sal in nehatiye avakirin û anî zimên:
"Avakirina hikûmetê dikare destê Kurdan li Bexdayê xurt bike û bibe alîkar ji bo aştî û aramiya navxweyî.
Planên ji bo têkbirina statuya Kurdistanê, tenê bi avakirina hikûmeteke hevbeş û berfireh dikarin werin pûçkirin."
Rewşa Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê
Li gorî daxuyaniya PSKyê, rejîma Îranê ya ku ji 28ê Sibatê ve li hemberî êrişên Amerîka û Îsraîlê derbên giran xwarine, tola xwe ji Kurdên Rojhilatê Kurdistanê hildîne.
Hat diyarkirin ku Îranê bêtirî Îsraîlê êrişî kampên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê kiriye û bi sedan sivîl qetil kirine, her wiha darvekirina ciwanên Kurd jî bênavber didome.
Di daxuyaniyê de derbarê rewşa Sûriyeyê de jî hat destnîşankirin ku rejîma Şamê bi piştgiriya hêzên herêmî û navneteweyî her roj planên nû datîne da ku ziman, çand û nasnameya gelê Kurd ji holê rake.
Li Tirkiyeyê 'pêvajo' û krîzên piralî
Meclisa PSKyê di daxuyaniya xwe de siyaseta Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan jî nirxand.
PSKyê destnîşan kir ku di "pêvajoya" ku ev salek û nîv e di rojevê de ye, di derbarê Pirsgirêka Kurdan de ti gavên demokratîk nehatine avêtin.
PSKyê ragihand ku dewleta Tirkiyeyê hewl dide mîrateya neteweyî ya Kurdan di nav pergalê de hel bike û got:
"Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan jî bi helwest û daxuyaniyên xwe piştgiriya polîtîkayên entegrasyonê yên dewletê dike da ku naveroka têkoşîna azadiyê vala bike."
PSKyê diyar kir ku nesafîkirina Pirsgirêka Kurdan li Tirkiyeyê bûye sedema krîzên piralî.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku li Tirkiyeyê krîza aborî, bêkarî û xizanî gihîştiye lûtkeyê û zêdetirî civakê di bin xeta xizaniyê de dijî.
Her wiha zextên li ser mixalefetê, tayînkirina qeyyûman û qetilkirina jinan roj bi roj zêde dibin.
Banga ji bo çareseriyê û tifaqa neteweyî
PSKyê banga rawestandina siyaseta înkar û tundiyê kir û diyar kir ku çareseriya adil a Pirsgirêka Kurdan di avakirina pergaleke federal a li Tirkiyeyê de ye.
PKSyê her wiha bangî hikûmetê kir ku ji bo kesên li çiyayan çekên xwe deynin, girtiyên siyasî serbest werin berdan û partiyên Kurdistanî bi awayekî azad bixebitin gavên yasayî biavêje.
Di dawiya daxuyaniyê de PSKyê piştgiriya xwe ya ji bo tifaqa neteweyî ya ku gava yekem a wê 14ê Adara 2026an li Amedê hatibû avêtin nîşan da û bangî hemû hêz û partiyên demokratîk ên li Kurdistanê kir ku piştgiriya vê gava dîrokî bikin.



