Hewlêr (Rûdaw) – Rewşa bajarê Hesekê hêj asayî nebûye û tevî berdewamiya qedexeya hatin û çûnê, li bajêr operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk li dijî DAIŞê berdewam e. Berpirsekî xanenişînkirî yê artêşa Iraqî jî dibêje, êrişa DAIŞê bo ser Girtîgeha Sinaa ya li Hesekê mezintirîn êrîşa DAIŞê ji dema bidawîhatina desthilata wê li ser erdê ye û tekez dike, vê êrîşê derxist ku “istixbarata HSDê lawaz e.
Şer û pevçûn li nav girtîgeha Sinaa ya li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û çekdarên DAIŞê de di şeşemîn roja xwe de berdewam e û HSDê ragihandiye, wan 8 avahiyên din ên zindanê kontrol kiriye, herwiha 23 dîlên din jî ji destê DAIŞê rizgar kirine.
Nûçegihanê Rûdawê Barzan Ferman jî ji Hesekê ve diyar kir, ku li taxên bajêr operasyonên paqijkirin û girtina çekdarên reviyayî yên DAIŞê ku xwe di xaniyên netamkirî de vedişêrin, berdewam in.
Êrişê derxist ku istixbarata HSDê lawaz e
Lîwa Ebdulkerîm Hesen Mîranî lîwayê xanenişîn ê Artêşa Iraqê ji Duhokê ji Rûdawê re ragihand, “êrişa DAIŞê bo ser Girtîgeha Sinaa ya li Hesekê mezintirîn êrîşa DAIŞê ji dema bidawîhatina desthilata wê li ser erdê ye.”
Lîwa Ebdulkerîm Hesen Mîranî herweha diyar kir, vê êrîşê derxist ku “istixbarata HSDê lawaz e” ji ber ku nikarîbû rê li ber vê plan û êrîşê bigire ku ev 6 meh in amadekarî jê re dihatin kirin û tekez kir, “pêwîst bû ji bo zindanekê ku 5 hezar çekdarên DAIŞê têde ne, berevaniyeke bihêztir heba.”
Lîwa Mîranî da xuyakirin ku “pêwîst bû herî kêm 3 hêlên berevaniyê ji bo parastina Girtîgeha Sinaa hebûna; yek ji wan hêlan li nava girtîgehê, yek li derve û yek jî li ser banê zindanê, û pêwîst bû isitxbarata HSDê di nava zindanê bi xwe de jî bihêztir bûya.”
Ebdulkerîm Hesen Mîranî da zanîn, nabe zindaneke weha li cihê niştecibûnê be û eger HSD nikare zindanan çêbike, dikare wan li ser zindanên din belav bike, eger weha bihata kirin, ev yek çênedibû.
Wî rayedarê xanenişînkirî yê Iraqê diyar kir, DAIŞ nehatibû ku bajarê Heseke û zindanê kontrol bike, tenê hatibû çend serkirdeyên xwe ji zindanê derbixe, eger plana wê hebûya ku dest deyne ser Hesekê, dê bereyên din ên şer li Reqa, Şedadê û Baxozê vekiriba.
Beşek ji sînorê Iraq-Sûriyê nayê kontrolkirin
Derbarê metirsiya wan çekdaran li ser sînorê Iraqê û Sûriyê û egera derbasbûna wan bo nav Iraqê jî, Ebdulkerîm Hesen Mîranî ragihand ku metirsî heye ji ber ku sînorekî dûr û dirêj di navbera Iraq û Sûriyê de heye û beşek ji wî sînorî kontrola wê pir zehmet e.
Mîran amaje bi wê yekê kir ku wî gelekî li ser sînor kar kiriye û zanyariyan hûr li ser wê sînorê 600 km heye û got, li hinek navçeyan ku dirêjahiya wê 15 km dibe, cografyaya navçeyê zehmet e û nayê kontrolkirin. Wî lîwayê xanenişînkirî da zanîn, ne tenê mirov lê trên têde winda dibin û erdeke hemû newal in, take rêya kontrolkirina wê navçeyê ew e ku li her 10 metroyan, xaleke sînorî hebe.
Fermandarê berê yê Artêşa Iraqê anî ziman ku kontrolkirina wê zehmet e ji ber ku hinek efserên Artêşa Iraqê gendel in ku li hember pereyan sînor vedikin û çekdar bi rêya qaçaxç derbas dibin.
Amaje bi wê yekê jî da ku sala 2012, fermandarekî Artêşa Iraqê bo dema demjimêrekê sînor li hember 670.000 dolaran vekir lê tevî vê yekê û tevî ku ew fermandar hat girtin, piştî du mehan ji zindanê derket û pileya wî jî hat bilindkirin.
Ne dûr e destê Rûsya û Sûriyê di bûyerên li Hesekê de hebe
Şîrovekarê siyasî Elî Temî jî ji Ruhayê ji Rûdawê re ragihand, di dema du heya sê rojan de dê rewş bidawî bibe û bê kontrolkirin, ji ber ku ev yek bi zanebûn hatiye kirin.
Elî Temê aşkere kir ku çend civçn di navbera HSD û hikûmeta Sûriyê de çê bûne, herweha şêxên eşîran bi nûnerê Amerîkayê re li Hesekê civiyan, şêxên eşîran di civînê de pêşniyar kirin ku hêzeke taybet bi Ereban bê avakirin û biryar di destê wan de be.
Temê diyar jî kir ku ji ber pişkên HSD li navçeyê kêm bûne, ev êrîş plan kiriye. Elî Temo got jî, ew dûr nabîne ku destê Rejîma Sûriyê û Rûsya di vê êrîşê de hebe, ji ber hikûmeta Sûriyê naxwaze şerê HSDê bike û nikare şerê Amerîka jî bike, lewra ew dixwaze karekî di nava HSDê de bike û kartên xwe bilivîne.
Temê got jî, eger hêza Amerîkayê nebûya, dê Heseke ketiba di bin kontrola DAIŞê de.


