Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera Erziromê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaşê li ser gotinên karsaz Rahmî Koç ên li ser jinên Kurd bertek nîşan da û diyar kir ku ev gotin "nijadperestî û rezalet" in.
Karsaz Rahmî Koç di vekirina nexweşxaneyekê de heqaret li jinên Kurd kiribû û bûbû sedema bertekên tund.
Parlamentera Erziromê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaşê li ser mijarê pirsên nûçegihanê Rûdawê Maşallah Dekak bersivandin.
Meral Daniş Beştaşê diyar kir ku ev tişt nayê qebûlkirin û got:
"Ev tiştekî ecêb e û nayê qebûlkirin. Ez şermezar dikim û protesto dikim.
Ev nijadperestiyeke mezin e. Li hemberî jinan jî zayendperestî ye. Bi rastî rezalet e."
Beştaşê bal kişand ser rûmeta jinên Kurd û da zanîn:
"Jinên Kurd bi rûmeta xwe, bi têkoşîna xwe û bi berxwedana xwe pêşengiya jinên cîhanê dikin.
Ez naxwazim dakevim asta wan lê ev rezalet e."
Banga boykotê û giliyê li dadgehê
Beştaşê li ser bangên boykotê yên li dijî şirketên Koç Holdingê ragihand:
"Ez dibêjim, heta ku lêborîneke eşkere nexwaze, divê em kel û pelên wan nekirin.
Divê em vî tiştî protesto bikin û boykot bikin."
Beştaşê her wiha destnîşan kir ku ev yek ji aliyê hiqûqî ve jî tawan e û got:
"Ev biçûkxistina miletekî ye. Divê doz lê were vekirin.
Her jineke Kurd dikare vê gotinê li ser xwe bigire û li dadgehê giliyê wî bike."
Rahmî Koç çi gotibû?
Karsaz Rahmî Koç di vekirina nexweşxaneyekê de heqaret li jinên Kurd kiribû û gotibû:
“Bijîşk guh daye derdê jina Kurd. Dema gotiye ‘Xanimê biçe pişt perdeyê xwe rût bike’, jinikê gotiye ‘Bijîşk Beg, berê tu xwe rût bike’.”
Rahmî Koç lêborîn xwest
Piştî ku ev gotin li ser medyaya civakî belav bûn, gelek kesan bertek nîşanî Rahmî Koç da.
Koç ji ber gotinên xwe yên ku bûn sedema rexneyan lêborîn xwest.
Koç Holdingê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniya wî parve kir û got:
"Ez ji bo gotinên xwe yên ku ne niyeta min bû nasnameyekê bikim armanc, lêborînê dixwazim. Ez dixwazim xemgîniya xwe jidil parve bikim."
Koç eşkere kir ku ew ji ber wê dilgiraniya ku di nav raya giştî de çêbûye xemgîn e.
Rahmî Koç karsazekî navdar ê Tirkiyeyê ye û Serokê Rûmetê yê Koç Holdingê ye.
Gotinên wî di demeke kurt de di rojeva Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de cih girtin.


