Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand ku Serokê Şaredariya Bucayê Gorkem Duman ji kar hatiye dûrxistin.
Duman beriya niha di çarçoveya lêpirsîna gendeliyê de hatibû girtin.
Wezaretê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Duman di çarçoveya lêpirsîna "bi armanca encamdana tawanê avakirina rêxistinê, endamtiya rêxistinê, bertîl û xiyaneta li emanetê" de hatiye girtin.
Wezaretê destnîşan kir ku Duman li gorî xala 127an a Destûra Bingehîn û xala 47an a Qanûna Şaredariyan a hejmar 5393yan bi awayekî demkî ji kar hatiye dûrxistin.
Çi bûbû?
Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê dest bi lêpirsîneke gendeliyê kiribû. Di vê çarçoveyê de tîmên Şaxa Têkoşîna li Dijî Sûcên Darayî ya Birêvebiriya Ewlehiyê ya Parêzgehê, 1ê Hezîranê li 4 bajaran operasyoneke hevdem pêk anî ku navenda wê Îzmîr bû.
Di lêpirsînê de ji bo 62 kesan biryara desteserkirinê hatibû dayîn. Di nav wan de Serokê Şaredariya Bucayê Gorkem Duman, Serokê Şaredariyê yê berê Erhan Kiliç, alîkarên serokê şaredariyê û birêvebirên partiyên siyasî hebûn.
Her wiha birêvebir û karmendên şirketên şaredariyê û hinek muteahît jî di nav lîsteyê de bûn.
Gumanbarên "bankamatîkê" û rêxistina tawanan
Di lêpirsînê de hatibû ragihandin ku li şaredariyê hinek kes hene ku wekî "karmendên bankamatîkê" tên zanîn.
Tê îdiakirin ku wan kesan qet kar nedikir lê her meh bi awayekî birêkûpêk mûçe distand.
Her wiha gumaneke bihêz heye ku gumanbaran ev kiryarên xwe di bin sîwana “rêxistineke tawanan” de encam dane.
Dadgehê 42 kes girtin
Kesên desteserkirî, piştî bidawîbûna kar û barên li ewlehiyê di bin tedbîrên berfireh ên ewlehiyê de şandin Dadgeha Îzmîrê.
51 gumanbarên ku Duman jî di nav wan de bû bi daxwaza girtinê derxistin pêşberî dadweriyê, 3 gumanbar jî bi daxwaza kontrola dadî şandin dadgehê.
Dadgehê biryara girtina 42 gumanbaran da.
Di nav kesên hatine girtin de Serokê Şaredariya Bucayê Gorkem Duman, Serokê Şaredariyê yê berê Erhan Kiliç û Serokê berê yê CHPyê yê navçeya Bucayê Çagdaş Kaya jî hene.
Her wiha dadgehê 12 gumanbar jî bi şertê kontrola dadî berdan.



