Hewlêr (Rûdaw) - li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meha borî 189 karker di qezayên kar de mirine.
Meclisa Tenduristiya Kar û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) rapora Nîsana 2026an a li ser rewşa karkeran a li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê belav kir.
Li gorî raporê, ji ber qezayên curbicur ên di dema kar de 189 karker mirine.
5 karkerên zarok mirine
Di rapora meclisê de hat destnîşankirin ku ji karkerên ku meha nîsanê mirine 175 mêr û 14 jî jin in.
Her wiha di nav wan de 3 karkerên koçber û 5 karkerên zarok hene ku temenê wan di navbera 15-17 salan de ye.
Li gorî raporê parêzgehên ku herî zêde mirin lê çêbûne ev in: Li Stenbolê 20 karker û li Bursayê 9 karker mirin.
Li Enqereyê, Antalyayê, Burdurê û Manîsayê jî li her bajarî 7 karker mirine.
Sedemên mirinê
Sedemên sereke yên mirina karkeran wiha ne:
- Ji sedî 22yê karkeran ji ber krîza dil û qezayên trafîkê yên di dema çûn û hatina kar de mirine.
- Ji sedî 20ê wan ji ber ketina ji cihên bilind mirine.
- Ji sedî 17ê wan jî ji ber ketina bin kel û pelan û hilweşîna avahiyan canê xwe ji dest da.
ÎSÎGê eşkere kir ku ji sedî 25ê karkeran di sektora avahîsazî û çêkirina rêyan de dixebitîn.
Her wiha ji sedî 22yê wan di çandinî û daristanan de, ji sedî 8ê wan di veguhestin û ragihandinê de, ji sedî 6ê wan di bazirganiyê de û ji sedî 5ê wan jî di sektora pîşesaziyê de dixebitîn.
Di 4 mehan de 622 karker mirin
ÎSÎGê ragihand ku di 4 mehên ewil ên îsal de 622 karkeran di dema kar de canê xwe ji dest da.
Li gorî mehên îsal dabeşbûna mirina karkeran wiha ye: Kanûna Paşîn 155, Sibatê 129, Adarê 149 û Nîsanê 189 karker mirine.
Li gorî amarên meclisê, 2024an li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hezar û 897 karkeran di qezayên kar de mirine.
Di 2025an de jî 2 hezar û 105 karker mirine.
Sala borî di Rojnameya Fermî ya Tirkiyeyê de hatibû belavkirin ku ji 16 milyon û 413 hezar û 359 karkeran tenê 2 milyon û 421 hezar û 940 karker endamên sendîkayan in.



