Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş li ser pêvajoya çareseriyê daxuyanî dan.
Kurtulmuş destnîşan kir ku rapora Komîsyonê ya ku li parlamentoyê hatiye amadekirin wekî nexşerêyekê ye.
Wî bang kir ku beriya parlamento bikeve betlaneyê, divê sererastkirinên yasayî yên pêwîst bên temamkirin.
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş li Enqereyê bi Seroka Parlamentoya Zambiyayê Nelly Muttiyê re civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist.
Kurtulmuş li wê derê pirsa li ser pêvajoyê bersivand.
Kurtulmuş diyar kir, rapora ku bi beşdariya partiyên siyasî yên xwedî kom ên li parlamentoyê hatiye amadekirin "ji bo demokrasiya Tirkiyeyê cihê serbilindiyê ye".
Wî got ku wan guh daye beşên berfireh ên civakê û metneke lihevkirinê ya hevpar amade kiriye.
Kurtulmuş wiha anî zimên:
"Ev rapora di destê me de metna me ya lihevkirina hevpar e ku me pêbend dike.
Bi taybetî madeyên 6 û 7an pêşniyarên berbiçav in ku ji bo diyarkirina nexşerêyê hatine pêşkêşkirin."
Ji bo sererastkirina yasayî mercê "danîna çekan"
Serokê Parlamentoyê ji bo ku pêvajo derbasî zemîna yasayî bibe bal kişand ser xala krîtîk.
Wî daxuyand ku divê gavên yasayî bi danîna çekan a rêxistinê re paralel bên avêtin.
Kurtulmuş li ser mijarê ev tişt gotin:
"Divê were tesbîtkirin ku rêxistina terorê çekên xwe danîne û fêmkirin ku rêxistinê xwe bi temamî fesix kiriye, ev wekî xaleke krîtîk tê pênasekirin.
Paralelî vê yekê divê li Parlamentoyê sererastkirinên yasayî yên pêwîst jî bên kirin."
“Divê em vê derfetê ji dest nedin”
Numan Kurtulmuş amaje bi bipêşketinên herêmî û aloziya li Rojhilata Navîn kir.
Wî da zanîn ku divê ew hewaya erênî ya ku Tirkiyeyê bi dest xistiye bi lez bi dawî bibe.
Kurtulmuş diyar kir ku ew di wê baweriyê de ye ku divê pêvajo were lezkirin û pê de çû:
"Di rewşeke wisa de ku Rojhilata Navîn ev qasî veguheriye cihekî gelekî aloz, derfeteke ev qas mezin û erênî hatiye bidestxistin.
Ji ber vê yekê divê ev kar di demeke kurt de biqede."
Hêviya qedandinê ya beriya bêhnvedana parlamentoyê
Kurtulmuş li ser salnameya xebatan jî axivî û bangî hemû partiyan kir ku bi hev re bixebitin û got:
“Eger pêwîst be wekî sala borî dê tevahiya havînê xebat bên kirin.
Ez hêvî dikim ji bo çareserkirina vê mesleyê xebat beriya ku parlamento bikeve betlaneyê biqedin.”



