کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

TIRKIYE

Ahmet Turk li ser pêvajoyê axivî: Baweriya gel zêde nemaye

RÛDAW

RÛDAW

13-06-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW13-06-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Edîrne û Kirklareliyê 29 koçberên neyasayî hatin desteserkirin
TIRKIYE19-11-2026

Li Edîrne û Kirklareliyê 29 koçberên neyasayî hatin desteserkirin

Bahçelî 7 pirsgirêkên Tirkiyeyê rêz kirin û banga çareseriyê kir
TIRKIYE19-11-2026

Bahçelî 7 pirsgirêkên Tirkiyeyê rêz kirin û banga çareseriyê kir

Ozgur Ozel: Partiya NÛ endaman nade Desteya Çavdêriyê
TIRKIYE18-11-2026

Ozgur Ozel: Partiya NÛ endaman nade Desteya Çavdêriyê

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk ragihand ku ew wekî aliyê Kurd nabêjin pêvajo xetimî ye lê heta niha ji aliyê hikûmetê ve ti gaveke berçav nehatiye avêtin û ji ber vê yekê baweriya gel zêde nemaye.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ku li şûna wî qeyûm hatiye danîn ji Rûdawê re pêvajoya çareseriyê nirxand.

Ahmet Turk da zanîn ku gelê Kurd heta îro ji bo aştî û biratiya gelan gelek gavên berçav avêtine lê bersiveke erênî nedîtine.

"Gelo projeya wan çiye?"

Ahmet Turk diyar kir ku hikûmeta Tirkiyeyê heta niha ti pêşniyaz û projeyek ji bo pêvajoyê nedaniye holê û wiha axivî:

"Gelo projeya wan çiye? Dixwazin çi bikin? Di vê derbarê de bi rastî jî em ne agahdar in. Ji ber vê yekê, gel jî îro dibêje 'baweriya me pê nayê'. Heta niha tiştekî berçav li holê nîne."

Ahmet Turk destnîşan kir ku mesele ne tenê pirsgirêka qeyûman e û got:

"Îro gelê Kurd miletek e. Li ser nasname, ziman û çanda vî gelî heta niha ti gav nehatine avêtin.

Meselê ne tenê şerê çekdarî bisekine ye, pirsgirêk ev e, divê bi rêya demokrasiyê gav werin avêtin."

"Sebra millet nemaye"

Siyasetmedarê Kurd destnîşan kir ku ew tim dibêjin bila biratiya gelên Kurd û Tirk pêk were lê ji bo biratiyê ti gav nayên avêtin û wiha domand:

“Rast e, em nabêjin pêvajo xitimî ye lê sebra millet jî pir nemaye. Em dixwazin bizanibin gelo ji bo paşerojê niyeta wan çiye, dixwazin çi bikin? Pêwîst e em jî agahdar bin lê heta îro me tiştekî erênî nedîtiye."

Ahmet Turk da zanîn ku ew dê bi sebir vê pêvajoyê bişopînin û naxwazin careke din were gotin “Kurdan pêvajo xera kir” û wiha pê de çû:

“Em dixwazin hemû gelê Kurd û yê Tirk jî bibînin ku eger ev pêvajo xera bibe, sedema wê ew e ku hikûmetê daxwazên gelê Kurd bi cih neanîne.

Em naxwazin ev qonax wisa bi dawî bibe, ji ber wê em bi zelalî nêrîna xwe tînin ziman."

Pirsên