کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Polîsan rê neda mamosteyan / Wêne: Ji ber dîmenan, Anka

Polîsan rê neda mamosteyan / Wêne: Ji ber dîmenan, Anka

TIRKIYE

Li Enqereyê xwenîşandana mamosteyan: Polîsan midaxele kir

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

14-06-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran14-06-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Edîrne û Kirklareliyê 29 koçberên neyasayî hatin desteserkirin
TIRKIYE19-11-2026

Li Edîrne û Kirklareliyê 29 koçberên neyasayî hatin desteserkirin

Bahçelî 7 pirsgirêkên Tirkiyeyê rêz kirin û banga çareseriyê kir
TIRKIYE19-11-2026

Bahçelî 7 pirsgirêkên Tirkiyeyê rêz kirin û banga çareseriyê kir

Ozgur Ozel: Partiya NÛ endaman nade Desteya Çavdêriyê
TIRKIYE18-11-2026

Ozgur Ozel: Partiya NÛ endaman nade Desteya Çavdêriyê

Hewlêr (Rûdaw) - Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê polîsan bi tundî midaxeleya çalakiya mamosteyên ku ji ber pergala mulaqatê (ezmûna devkî) mexdûr bûne û mamosteyên sektora taybet kir.

Polîsan rê neda mamosteyan ku li ber Parlamentoya Tirkiyeyê daxuyaniyê bidin û gelek kes desteser kirin.

Mamosteyan tevî êrişê jî bi paş de gav neavêt û çalakiya xwe li ser Cadeya Sakaryayê berdewam kir.

Binpêkirina mafên mamosteyan

Nêzîkî 1600 mamosteyên ku dibêjin ji ber pergala mulaqatê ya Wezareta Perwerdeyê mafê wan hatiye binpêkirin, tevî mamosteyên sektora taybet xwest dengê xwe bigihînin parlamentoyê.

Lê belê hêzên ewlehiyê midaxele kir û rê li ber wan girt.

Mamosteyên ku li ber Wezareta Perwerdeyê civiyan, xwest ber bi Deriyê Çankayayê yê Parlamentoya Tirkiyeyê ve bimeşin.

Dema kom gihîşt Guvenparkê, polîsan dora wan girt û rê li ber wan girt.

Di dema alozî û pevçûnê de, Serokê Giştî yê Sendîkaya Mamosteyên Sektora Taybet Eren Edebalî jî di nav de, gelek mamoste bi kelepçekirina ji paş ve hatin desteserkirin.

Çalakiya li Cadeya Sakaryayê

Piştî midaxeleya polîsan, mamosteyên ku li ber xwe da derbasî Cadeya Sakaryayê bûn û li wir dest bi xwenîşandanê kir.

Hat dîtin ku polîsan di dema êrişê de bi mertalên xwe rê li ber kamerayan girt ku kêliyên tundiyê neyên qeydkirin.

Pirsên