کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

TIRKIYE

Karkerên Kurd bajarên mezin ava dikin lê canê xwe dixin metirsiyê

0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Omer Sonmez
Omer Sonmez17-06-2026

Nûçeyên Têkildar

RÛDAW TAYBET - Tom Barrack li ser îdiayên Trump ên ku 'çek dane Kurdan' axivî
TIRKIYE17-06-2026

RÛDAW TAYBET - Tom Barrack li ser îdiayên Trump ên ku 'çek dane Kurdan' axivî

Li CHPyê krîzeke nû: Dadgeha Bilind endamtiya 9 parlamenteran jê bir
TIRKIYE17-06-2026

Li CHPyê krîzeke nû: Dadgeha Bilind endamtiya 9 parlamenteran jê bir

Dema xebatê ya Parlamentoya Tirkiyeyê hat dirêjkirin
TIRKIYE17-06-2026

Dema xebatê ya Parlamentoya Tirkiyeyê hat dirêjkirin

Stenbol (Rûdaw) - Tirkiye di warê ewlehiya karkeran de hewl dide bigihîje standardên Ewropayê.

Lê belê ji ber bêtedbîrî, bêkontrolî û lêçûnên ewlehiya kar, hejmara karkerên ku di qezayên kar de dimirin zêde dibe.

Li gorî rapora Meclisa Tenduristî û Ewlehiya Kar a Tirkiyeyê (ÎSÎG), Gulana 2026an 212 karker li ser kar ji ber qeza û bêtedbîriyan mirine.

Li gorî raporê, 5 mehên ewil ên îsal jî 835 karker mirine. Her wiha, 2025an li Tirkiyeyê herî kêm 2 hezar û 105 karker mirine.

Nanê li ser îskeleyan

Bi hatina havînê re karên înşaet û çandiniyê zêde dibin. Loma jî girtina tedbîrên hewce wekî karekî sereke tê dîtin.

Li avahîsaziyên Stenbolê jî heyama karkerên Kurd dest pê kiriye.

Karê wan gelekî metirsîdar e, lewra ew nanê xwe li ser îskeleyên avahiyan derdixin.

Karkerên Kurd ji Rûdawê re qala zor û zehmetiyên karên avahîsaziyê dikin û dibêjin, “Ji bo ku em debara xwe bikin em heta êvarê li ser du textan in!”

“Ev 35-40 sal in ez vî karî dikim”

Îkram Nas şêniyê navçeya Beyazitê ya Stenbolê ye. Ew ji 14 saliya xwe ve li înşaetan her karî dike û niha hosteyê îskeleyê ye.

Ew nêzîkî 40 salan e li ser îskeleyên înşaetan dixebite û pê debara malbata xwe dike.

Îkram Nas di 54 saliya xwe de jî, tevî hemû zor û zehmetiyên kar, dîsa li ser îskeleyê bi keda destên xwe dixebite.

Ew ji 3-4 qatan heta 15-20 qatan îskeleyan ava dike. Ew li ser wan îskeleyan hildikişe jor û dadikeve jêr.

Hosteyê Avahîsaziyê Îkram Nas li ser jiyana xwe ya kar wisa axivî:

“Ev 35-40 sal in ez vî karî dikim. Bi Xwedê kar û şuxulê me ev e. Em nanê xwe ji vir qezenc dikin.

Em karên rûyê derve yê avahiyan, avakirina îskeleyê, mantolama, alçî, boyax û sewaxa wê dikin. Karê me gelekî zor e helbet.

Em heta êvarê li ser du qalasan in. Heke karê hundir be xweş e, zêde zehmet nîne lê karê derve zehmet e.”

Mutehîd jî ditirsin

Mutehîdê Avahîsaziyê Velî Balende jî anî zimên ku karê wan zehmet e û got:

“Ez xelkê Îdirê me. Ev 23 sal in ez karê înşaetê dikim. Ez bi xwe kar digirim, karê mutehîdiyê dikim û karkeran li cem xwe didim xebitandin.

Karê me gelekî zor e. Dema ku karker derdikevin ser îskeleyê û li jorê dixebitin em gelekî ditirsin.

Em dibêjin înşelah bê qeza û bela karê me biqede û em biçin mala xwe.”

Rêjeya mirinê di înşaet û çandiniyê de zêde ye

Ji ber nebûna tedbîrên pêwîst, hejmara kesên ku di dema kar de jiyana xwe ji dest didin zêde dibe.

Li gorî rapora ku ji aliyê Meclisa Tenduristî û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) ve hatiye ragihandin, Gulana 2026an 212 karkeran li ser kar canê xwe ji dest da.

Di 5 mehên ewil ên îsal de herî kêm 835 karkeran canê xwe ji dest da.

Li gorî amaran, Sala 2025an li Tirkiyeyê herî kêm 2 hezar û 105 karkeran li ser kar canê xwe ji dest da.

Mirina karkeran herî zêde di sektorên înşaet, çandinî, daristan û pîşesaziyê de pêk tê.

 

Omer Sonmez
Omer Sonmez17-06-2026

Nûçeyên Têkildar

RÛDAW TAYBET - Tom Barrack li ser îdiayên Trump ên ku 'çek dane Kurdan' axivî
TIRKIYE17-06-2026

RÛDAW TAYBET - Tom Barrack li ser îdiayên Trump ên ku 'çek dane Kurdan' axivî

Li CHPyê krîzeke nû: Dadgeha Bilind endamtiya 9 parlamenteran jê bir
TIRKIYE17-06-2026

Li CHPyê krîzeke nû: Dadgeha Bilind endamtiya 9 parlamenteran jê bir

Dema xebatê ya Parlamentoya Tirkiyeyê hat dirêjkirin
TIRKIYE17-06-2026

Dema xebatê ya Parlamentoya Tirkiyeyê hat dirêjkirin

Pirsên