Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çîvrîlê ya parêzgeha Denîzliyê ya Tirkiyeyê, di dawetê de ji ber fîşekên ku berdan hewayê 11 kes birîndar bûn.
Li taxa Kiralanê di dema dawetê de S.Ş.yê 15 salî bi çifteyê fîşek berdan hewayê.
Saçmeyên ku ji çifteyê derketin li 11 kesên ku li dawetê bûn ketin û ew birîndar kirin.
Tîmên tenduristiyê çûn hawara birîndaran
Piştî ku kesên li wir agahî da, tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyê.
Cendirmeyan jî gumanbarê 15 salî desteser kir û bir qereqolê.
Hat ragihandin ku li ser bûyerê lêpirsînê dest pê kiriye.
.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)

