کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kiliçdaroglu û Demîrtaş / Wêne: Arşîv

Kiliçdaroglu û Demîrtaş / Wêne: Arşîv

TIRKIYE

Necdet Saraç: Kiliçdaroglu diçe cem Selahattîn Demîrtaş

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

22-06-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran22-06-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Edîrne û Kirklareliyê 29 koçberên neyasayî hatin desteserkirin
TIRKIYE19-11-2026

Li Edîrne û Kirklareliyê 29 koçberên neyasayî hatin desteserkirin

Bahçelî 7 pirsgirêkên Tirkiyeyê rêz kirin û banga çareseriyê kir
TIRKIYE19-11-2026

Bahçelî 7 pirsgirêkên Tirkiyeyê rêz kirin û banga çareseriyê kir

Ozgur Ozel: Partiya NÛ endaman nade Desteya Çavdêriyê
TIRKIYE18-11-2026

Ozgur Ozel: Partiya NÛ endaman nade Desteya Çavdêriyê

Hewlêr (Rûdaw) - Necdet Saraçê ku di tîma Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu de cih digire, eşkere kir ku Kiliçdaroglu dê seriyekî bide Selahattîn Demîrtaş.

Kiliçdaroglu li ser biryara rakirina parêzbendiya Selahattîn Demîrtaş a ku berê hatibû dayîn 19ê vê mehê gotibû, "Ez li pişt biryara me ya li ser Selahattîn Beg im, ez ne poşman im."

Ev daxuyaniya Kemal Kiliçdaroglu di nav xelkê de û li qada siyasetê bûbû sedema bertekan.

Kemal Kiliçdarogluyê ku bi biryara dadgehê ducare bû Serokê Giştî yê CHPyê, piştî nîqaşên li ser rakirina parêzbendiyan biryar da ku here cem Demîrtaş.

Necdet Saraç di bernameyeke televîzyonekê de li ser vê mijarê şitexilî û wiha got:

“Di rojên pêşiya me de Kemal Beg dê li Girtîgeha Edirneyê Birêz Selahattîn Demîrtaş ziyaret bike.

Hûn dikarin kenê xwe bidomînin. Me di paşerojê de yên ku li hemberî Kemal Beg dikeniyan dîtin.

Bi dîtina min divê mirov baldar be. Piştî ziyareta Selahattîn Demîrtaş, em dê hemû bi hev re guh bidin daxuyaniya Kemal Beg.”

Necdet Saraç diyar kir ku ev serdan dê pêk were lê derbarê roja serdanê ti dem neda.

Divê were gotin ku Selahattîn Demîrtaş ji 4ê Çiriya Paşîn a 2016an ve girtî ye.

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) çend caran biryar daye ku divê were berdan lê Tirkiyeyê heta niha ev biryar bi cih neaniye.

Pirsên