Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan pêvajoya çareseriyê nirxand û diyar kir ku ew vê pêvajoyê ne ji bo hesabên siyasî lê ji bo paşeroja Tirkiyeyê tê birêvebirin.
Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, li navçeya Sapancayê ya parêzgeha Sakaryayê beşdarî Civîna 33yan a Şêwir û Nirxandinê ya AK Partiyê bû û gotarek pêşkêş kir.
Erdogan di axaftina xwe de li ser pêvajoya çareseriyê, lihevkirina siyasî, bipêşketinê di nava CHPyê de peyamên balkêş dan.
Erdogan di axavtina xwe ya li kampa partiya xwe de diyar kir ku ew di mijarên neteweyî yên Tirkiyeyê de ji lihevkirinê re vekirî ne û wî got, "Daxwaza me ya yekane asayîbûna Tirkiyeyê ye."
Erdogan li ser pêvajoyê got, "Îro em terorê ji bo welatê xwe bi dawî dikin.
Em dixwazin pêvajoya me ya Tirkiyeya Bêteror bi ser bikeve û em vê ne ji bo xwe, em ji bo welatê xwe dixwazin.
Em naxwazin miletê me berdêlên nû bide. Îro dema wê hatiye ku em van tiştan li pey xwe bihêlin.
Pêvajoya Tirkiyeya Bêteror di serî de, em di mijarên neteweyî yên wekî siyaseta derve de ji lihevkirinê re amade ne. Divê em xalên xwe yên hevpar zêde bikin."
Erdogan anî zimên ku Tirkiyeyê berê ji ber cudakariyên rast-çep, Elewî-Sunî û Tirk-Kurd berdêlên mezin dane.
Em naxwazin bi senaryoyên ku dema wan derbas bûye careke din wextê Tirkiyeyê bixwin.
Dibe ku nêrînên me ji hev cuda bin lê em di mijarên neteweyî de ji lihevkirinê re amade ne."
"Siyaset hunera hevdîtina li ser xala hevpar e"
Erdogan di axaftina xwe de bal kişand ser yekîtî û bihevrejiyanê.
Serokkomarê Tirkiyeyê diyar kir ku nabe nêrînên cuda yên siyasî di nav civakê de bibin sedema dijminatiyê û wiha pê de çû:
"Em ne miletekî wisa nin ku ji hev biyanî bin û mecbûr bin tehemulî hev bikin. Dîrokeke me ya hevpar û welatekî me yê hevpar hene.
Em hemû di bin heman alayê de dijîn. Li vî welatî ti kesê ku nasnameya Komara Tirkiyeyê hilgirtibe ne 'yê din' e."
Erdogan da zanîn ku siyaset zemîna lihevkirinê ye û got, "Siyaset bi feraseta 'yên wekî hev li heman cihî, yên cuda li cihê cuda' nayê kirin.
Siyaset lihevkirin e, axaftin e, hewldana parastina cudahiyan û hevdîtina li ser zemîneke hevpar e."
Erdogan eşkere kir ku wan Hevpeymaniya Cumhurê bi vê ferasetê ava kiriye û wiha axivî:
"Dibe ku em bi dengderên CHPyê re di her mijarê de wekî hev nefikirin lê em hemû zarokên heman welatî ne.
Dibe ku em li ser kursiyê hevrikên hev bin lê em di bin heman asîmanî de dijîn û carinan li ser heman sifreyê rûdinên."
"Em ne aliyê şerê di nava CHPyê de ne"
Erdogan di beşeke axaftina xwe de behsa nîqaşên navxweyî yên CHPyê jî kir û diyar kir ku partiya wî ne aliyekî vê pêvajoyê ye.
Erdogan got, "Niha di nava CHPyê de şer û cudabûnek heye. Em ne aliyê vî şerê di nava CHPyê de ne. Doh jî em nebûn, îro jî em nînin û sibe jî em dê nebin."
Erdogan anî zimên ku pêwîstiya Tirkiyeyê bi partiyeke mixalefetê ya sereke heye ku ji wesayetan paqij bûbe û wî got:
"Xilaskirina CHPyê ya ji hêzên derve yên di nava wê de dê hem ji bo siyaseta Tirkiyeyê hem jî ji bo Tirkiyeyê bi xêr be.
Li vî welatî CHPyê hevrikiya siyasî veguherandiye dijminatiyê û cudahiya ramanan veguherandiye şer. Wan ev milet kir cemser.
Di hilbijartinên serokkomariyê yên dawî de jî bi kampanyaya xwe ya li ser penaberên Sûriyeyî siyaseteke cudakar meşand."



