Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş diyar kir ku pêvajo bi radeyeke mezin temam bûye û got ku ew sererastkirina yasayî ya ku tê plankirin derkeve ne efû ye lê ew dê sererastkirina înfazê be.
Numan Kurtulmuş di weşana zindî ya CNN Turkê de pêvajoya çareseriyê nirxand.
"Piraniya kar xelas bûye"
Kurtulmuş li ser pêvajoyê axivî û got, "Bi dîtina min piraniya kar xelas bûye. Di demeke nêzîk de êdî teror dê bi temamî ji rojeva Tirkiyeyê derkeve."
Kurtulmuş her wiha anî zimên ku bipêşketinên herêmî jî piştgiriyê didin pêvajoyê û wiha axivî:
"Biryardariya Tirkiyeyê ya ji bo avakirina 'Tirkiyeyeke Bêteror' û bipêşketinên derve hemû hatin ser hev. Ev yek derfeteke gelekî mezin dide Tirkiyeyê."
Kurtulmuş da zanîn ku pêvajo bi awayekî erênî bi pêş ve diçe û got:
"Em di qonaxeke wisa de ne ku hemû şert û mercên navxweyî û derve erênî ne.
Eger em di vê xalê de baldar û hişyar nebin û bi lez tevnegerin, ez ditirsim ku hinek provokasyon bikevin navberê."
“Divê yasa piştgiriya hemû partiyan wergire”
Numan Kurtulmuş li ser wê sererastkirina ku tê çaverêkirin here Parlamentoya Tirkiyeyê jî got:
"Dilê min dixwaze ku bi tifaq û lihevkirina hemû partiyan yasayek were parlamentoyê û bi lez derbas bibe.
Ez hêvî dikim ku yasayek derkeve holê ku her partî bi dilrehetî piştgiriyê bide wê."
Kurtulmuş bal kişand ser naveroka sererastkirina ku dê were amadekirin wiha anî zimên, "Ew yasaya ku dê derkeve yasayeke serbixwe û demkî ye.
Dê nebe yasayeke wisa ku heta hetayê her kesî li xwe bigire û her tim di meriyetê de bimîne. Şiklê ku li Komîsyonê hatiye diyarkirin ev e.
Ew yasaya ku dê derkeve dê qet di wesfê efûyê de nebe. Dê têgihiştineke wiha nebe û divê nebe jî. Divê ev zêdetir sererastkirineke înfazê be."
“Em nikarin bibin aliyê şerê navxweyî yê CHPyê”
Kurtulmuş li ser nîqaşên kongreyê yên di nav CHPyê de jî axivî û diyar kir ku Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê ne aliyekî vê pêvajoyê ye wiha pê de çû:
"Em qet nikarin bibin aliyê şerê navxweyî yê CHPyê. Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê qet ne ew dadgeh e ku ew ji ber ku nikarin pirsgirêka di navbera xwe de çareser bikin serî lê didin. Em ne wasiyê CHPyê û ne jî yê ti partiyeke din in.
Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê ne dadgeh e, ne wasiyê ti partiyê ye.
Rewşeke wisa nîne ku dê Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê biryarekê bide û nîqaşa di nav partiyê de dê bi awayekî biqede."
“Ji bo NATOyê xaleke werçerxanê ya dîrokî ye”
Kurtulmuş Civîna Serokên Parlamentoyan a NATOyê ya ku dê li Stenbolê were lidarxistin û Lûtkeya Rêberên NATOyê ya li Enqereyê jî nirxandin.
Kurtulmuş bal kişand ser girîngiya van civînan û got:
"Em dê li Qesra Dolmabahçeyê mazûvaniya serokên parlamentoyên welatên endamên NATOyê bikin.
Ew dê roja yekşemê dest bi hatinê bikin. Hefteya bê jî civîna herî girîng, Lûtkeya Rêberan a li Enqereyê ye.
Ez difikirim ku em dê di wê civînê de ji bo NATOyê bibin şahidê xaleke werçerxanê ya gelekî dîrokî."
Kurtulmuş tekez kir ku divê paşeroja NATOyê tenê li ser tewera ewlehiya leşkerî neyê nirxandin û got:
"Êdî ewlehî ne tenê bi leşkeran û ne tenê bi çekan tê dabînkirin. Derdikeve holê ku aştî wekî şer girîng e, belkî jî jê girîngtir e.
Eşkere ye ku NATO sîwaneke ewlehiyê ye lê ez difikirim ku divê NATO li ser wê yekê jî hûr bibe ka dikare perspektîveke aştiyê çawa bi pêş bixe û çawa dikare tevkariyê bide avakirina aştiyê."



