Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokatiya Konseya Birêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ji ber koça dawî ya aktorê navdar Kadîr Înanir peyameke sersaxiyê weşand.
KCKyê di daxuyaniya xwe de diyar kir, “Kadîr Înanir dê bi hunermendiya xwe û bi kesayetiya xwe ya demokrat neyê jibîrkirin û dê di dilê gelên me de her dem bijî.”
Aktorê navdar ê Tirk Kadîr Înanir doh koça dawî kir.
Hevserokatiya Konseya Birêvebir a KCKyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û hestên xwe yên xemgîniyê anîn zimên.
KCKyê di daxuyaniyê de sersaxî ji malbat û xizmên Kadîr Înanir, civata hunerê û hemû gelên Tirkiyeyê re xwest.
KCKyê got, "Tirkiyeya demokratîk a ku hemû gel, civakên baweriyê, jin û kedkar tê de azad û wekhev bin ku ev hesreta wî bû dê teqez ware avakirin."
Ji bo hunermendan mînak bû
KCKyê destnîşan kir ku Kadîr Înanir ji bo hemû hunermend û ronakbîrên li Tirkiyeyê xwedî sekneke demokratîk a mînak bû û wiha pê de çû:
"Heta bêhna xwe ya dawî ya jiyanê jî ji vê sekna xwe ya demokratîk tawîz neda.
Di her hawirdorê de kesayetiya xwe ya azadfikir parast. Ji bo hemû civak û beşên bindest empatî kir.
Li dijî her cure zext û nebaşiyên ku nedixwest ji bo xwe û gelê xwe re were kirin, bû xwedî helwest."
KCKyê ragihand ku wî wekî hunermend û ronakbîrekî xwedî helwest di jiyana xwe de her dem ev sekin bi awayekî zelal nîşan da û wî wekî "yek ji sîmayên herî bi nirx ê rûyê ronahî yê Tirkiyeyê cihê xwe di dîrokê de girt."
Dostê gelê Kurd bû
KCKyê di daxuyaniyê de diyar kir ku "Kadîr Înanir dostekî hêja yê gelê Kurd bû."
Di berdewamiya peyamê de hat tekezkirin ku wî siyaseta li ser gelê Kurd dihat meşandin ti carî qebûl nekir û bertek nîşanî wan da.
KCKyê li ser ramanên Înanir wiha got, "Wî bawer dikir ku divê gelê Kurd jî bi ziman, nasname û çanda xwe bi rengekî azadî bijî.
Ev baweriya xwe jî bi raman û helwestên xwe nîşan dida.
Têgihîştinên civakî yên ku li Tirkiyeyê bi şovenîzmê dihatin avakirin, wekî xerabiyekê li dijî hemû gelên Tirkiyeyê didît."
"Gelê Kurd helwesta wî ji bîr nake"
KCKyê helwesta wî ya li hemberî Abdullah Ocalan bi bîr anî û got, "Pejirandina Abdullah Ocalan wekî rêberê gelê Kurd, nîşan da ku karakterê wî yê azadîxwaz û demokrat çi qas zelal e.
Bû mînaka wê wêrekiyê ya ku divê ronakbîr û demokrat nîşan bidin."
KCKyê di dawiya daxuyaniyê de sekna wî bi ya fîlozofê navdar ê Fransî Jean-Paul Sartre şiband hev û wiha got:
"Çawa ku li Fransayê gelê Cezayîrê helwesta Jean-Paul Sartre ya li dijî dagirkerî û siyaseta mêtingeriya li ser Cezayîrê ji bîr nekiriye; gelê Kurd jî helwesta Kadîr Înanir a ku azadiya gelê Kurd diparast, ti carî ji bîr nake.
Gelê Kurd jî wekî hemû gelên Tirkiyeyê, dê Kadîr Înanir bi awayekî layîqî wî oxir bike. Dê xwedîderketina li Kadîr Înanir ji niha û pê de jî nîşan bide."



