Stenbol (Rûdaw) - Pêvajoya aştî û çareseriyê ku ji sal û nîvekê zêdetir e didome, li Parlamentoya Tirkiyeyê ber bi yasayîbûnê ve diçe.
Li gorî lêkolînên ku li ser pêvajoyê tên kirin, ji sedî 55 heta ji sedî 70yî yê raya giştî ya Tirkiyeyê piştgiriyê dide pêvajoyê.
Piştgiriya di nav ciwanan de kêm dibe
Lê li gorî lêkolînên dawî, ev piştgirî di nav ciwanan de kêm dibe.
Li gorî lêkolînan, ji sedî 50,7ê ciwanên Tirkiyeyê piştgiriyê dide pêvajoyê, lê ji sedî 49,3yê ciwanan piştgiriyê nadin.
Karker Çagri Demîrê 18 salî got, “Ez ji bajarê Nîgdeyê me, Tirk im û ez ji Kurdan jî hez dikim.
Divê aştî pêk were êdî, bi rastî jî aştî çêbibe. Lewra niha rewşa me gelekî xirab e.
Bi xwe ti pirsgirêkeke min bi mirovan re tune. Helbet ez alîgirê aştiyê me.”
Xwendekar Emre Yigitelê 22 salî jî wiha axivî: “Bêguman em dixwazin ku ji vê pirsgirêkê re çareseriyek were dîtin.
Lewra ev rewş hemû gel eleqedar dike. Lihevkirin û aştî her dem baş e. Jixwe li gorî min ev pêvajo hêdî dî ber bi dawiyê ve diçe.”
Daxwaza başkirina şertên aborî û demokratîk
Li gorî lêkolînan, piraniya ciwanan piştgirî didin pêvajoyê lê ew dixwazin ku şertên demokratîk û şertên aboriyê jî bên başkirin.
Ji loma jî ji her 10 ciwanan 7 ji wan di wê baweriyê de ne ku di paşerojê de dê Tirkiye aştiya xwe ya civakî pêk bîne.
Malnişîn Yilmaz Tatliciyê 64 salî nêrîna xwe wiha anî zimên:
“Divê hikûmet demildest ji bo vê pirsgirêkê çareseriyek bibîne.Jixwe hikûmetê wekî lastîk ev pirs kaş kir û dirêj kir.
Mirovên bê sûc û guneh girtin û avêtin girtîgehê. Ka çi sûcê Demîrtaş hebû ku niha girtî ye?”
Malnişîn Selda Altugê jî piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoyê wiha bi lêv kir, “Bêguman ez piştgirî didim pêvajoyê.
Lê ez dixwazim şert û merc ji bo hemû kesan wekhev bin û mafê kesekî jî neyê xwarin.
Ez hêvîdar im her kes li Tirkiyeyê di nav aştî û aramiyê de bijî.”
"Berê nûçeyên kuştinê dihatin"
Kulîlkfiroş Kaya Çalişir got, “Berê hema her roj nûçeyên kuştina leşkerên me dihatin.
Lê niha ez difikirim ku gavên erênî têne avêtin û em ketine pêvajoyeke baş.
Di encamê de em bi Kurd, Elewî û beşên din ên civakê re dijîn. Yanî ji bo bihevrejiyanê ti pirsgirêka me tune.”
Li gorî medyaya nêzî hikûmeta Tirkiyeyê, ji sedî 85ê pêvajoyê temam bûye.
Êdî tê çaverêkirin ku beriya Parlamento di tîrmehê de bikeve betlaneyê “yasaya aştiyê ya çarçove” ku dê ji 10-11 xalan pêk were, bikeve meriyetê.
Lê li gorî rapor û lêkolînên raya giştî, pêvajo her ku bi derengî dikeve û gavên pêwîst nayên avêtin, bawerî û hêviyên xelkê jî ji serkeftina pêvajoyê lawaz dibin.


