Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk diyar kir ku di pêvajoya “çareseriyê” de derbasî qonaxeke nû bûne.
Omer Çelîk destnîşan kir ku divê demildest rêbazên qanûnî yên li ser pêvajoyê werin rojeva Parlamentoya Tirkiyeyê.
Her wiha Çelîk bangî hemû partiyên siyasî kir ku piştgiriyê bidin vê pêvajoyê.
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk li ser Civîna Şêwir û Nirxandinê ya 33yan a AK Partiyê li Sakaryayê daxuyanî da.
“Zemîneke qanûnî pêwîst e”
Omer Çelîk da zanîn ku ew di pêvajoya çareseriyê de derbasî qonaxeke nû bûne û got:
"Di civîna xwe ya dawî ya çapemeniyê de min anîbû zimên ku em di mijara Tirkiyeyeke bêteror de di qonaxeke nû de ne.
Ji bo ku rêxistina terorê çekan deyne divê zemîneke qanûnî çêbibe. Em difikirin ku divê ev mijar demildest were Parlamentoyê û bi lez bibe qanûn."
Banga piştgiriyê
Omer Çelîk bal kişand ser rola hemû aliyan û axaftina xwe wiha domand:
"Ji bo ku em bigihîjin armanca herêmeke bêteror, em bi piştgiriya hemû partiyên siyasî van gavan diavêjin.
Em dibînin ku ji Sûriyeyê heta Îraqê di herêmeke berfireh de rêxistinên terorê wekî hêzên wekaletê tên bikaranîn.
Bi awayekî zelal tê dîtin ku armanca Tirkiyeyeke bêteror û herêmeke bêteror bi hev ve girêdayî ne. Divê her kes tevkariyeke erênî li pêvajoyê bike."



