Hewlêr (Rûdaw) - Kemal Kiliçdaroglu û kesên pê re ku bi biryara dadgehê vegeriyabûn Seroktiya Giştî ya CHPyê, gaveke nû avêt.
Navenda Giştî ya Partiya Gel a Komarî (CHP) ji bo ku Ozgur Ozel ji erkê Seroktiya Fraksiyona CHPyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê bê xistin, serî li Seroktiya Parlamentoyê da û li şûna Ozel, Faîk Oztrak hat destnîşankirin.
Di daxwaznameya ku ji aliyê Navenda Giştî ya CHPyê ve pêşkêşî Seroktiya Parlamentoyê hatiye kirin de, hat ragihandin ku li şûna Ozgur Ozel, Parlamenterê Tekîrdagê Faîk Oztrak wekî Serokê Fraksiyonê hatiye erkdarkirin.
Niha hemû çav li ser bersiva Seroktiya Parlamentoyê ne.
Nîqaşên li ser rêbazan dest pê kir
Li gorî nûçeya rojnameya Sozcuya Tirkiyeyê, vê serlêdanê di nav CHPyê de nîqaşên li ser rêbazan jî bi xwe re anîn.
Li gorî qanûnan divê Serokê Fraksiyonê di civîna girtî de bi hilbijartinê were diyarkirin lê belê vê carê rasterast rêbaza erkdarkirinê hat bikaranîn.
Li aliyê din, dema qanûnî ya 10 rojî ya ji bo wan 830 îmzeyan bi dawî bû ku bi daxwaza lidarxistina kongreya awarte hatibûn komkirin lê hat diyarkirin ku Navenda Giştî heta niha li ser dema kongreyê ti gav neavêtine.
Helwesta Seroktiya Parlamentoyê
Hiqûqnas destnîşan dikin ku ev gava birêvebiriya Kiliçdaroglu ji aliyê hiqûqî ve cihê nîqaşê ye.
Hat diyarkirin ku Seroktiya Parlamentoyê di demên borî de di rewşên bi vî rengî de gotiye, "Ev karê navxwe yê partiya we ye, hûn bi xwe çareser bikin" û serlêdan red kirine.
Navenda Giştî ya CHPyê tevî hemû van îtirazan daxwaza xwe dispêre Xala 16an a Qanûna Partiyên Siyasî ku di wê xalê de ev hikm heye:
"Organa biryardar a navendî, di rewşên ku kongreya mezin ji ber sedemên neçarî nikare kom bibe de, dikare ji bilî bidawîanîna hebûna hiqûqî ya partiyê û guhertina rêzikname û bernameyê, hemû biryaran bistîne..."
Derdorên hiqûqî balê dikişînin ser wê yekê ku biryara Serokê berê yê Parlamentoya Tirkiyeyê Husamettîn Cîndoruk a "Em nikarin tevlî karên navxwe yên partiyê bibin" ji bo serlêdanên li ser vê xalê jî dibe mînak.


