Hewlêr (Rûdaw) - Hûrgiliyên yasaya çarçoveyê eşkere dibin ku li ser pêvajoya çareseriyê di rojevê de ye û zemînê ji bo vegera gerîlayên PKKyê amade dike.
Pêşnûmeya yasayê dê beriya ku Parlamentoya Tirkiyeyê bikeve betlaneyê were derxistin lê bicihanîna wê dê bi şertê danîna çekan a ji aliyê PKKyê ve girêdayî be.
Li gorî nûçeya rojnameya Turkiyeyê, di nîqaşên bi navê "Pêşî danîna çekan, paşê yasa" de rêyeke navîn hatiye dîtin.
Girêdana derxistina yasayê ya bi şertê danîna çekan ve bûbû sedema nerazîbûna DEM Partî û Îmraliyê.
Di nav van nîqaşan de, piştî pêwendiyên yekîneyên ewlehiyê yên li gel Îmrali û Qendîlê û her wiha hevdîtinên AK Partiyê yên li gel DEM Partiyê, rêbazeke nû hate bipêşxistin.
Li gorî vê yekê, heta ku parlamento bikeve betlaneyê dê yasaya çarçoveyê were derxistin lê belê di bicihanînê de dê şertê danîna çekan a ji aliyê gerîlayên PKKyê ve were xwestin.
Çavkaniyên AK Partiyê hûrgiliyên pêşnûmeya amadekirî ji rojnameya Turkiyeyê re eşkere kirin.
Li gorî agahiyan, MÎT û artêşa Tirkiyeyê dê li ser rewşa qadê raporeke "Tesbîtê" amade bikin û pêşkêşî Encumena Asayîşa Neteweyî ya Tirkiyeyê bikin.
Encumena Asayîşa Neteweyî ya Tirkiyeyê jî dê biryara piştrastkirinê ya bi awayê "PKK hatiye fesixkirin, çek hatine danîn" bide.
Heger sûc nekiribe ceza nastîne
Berpirsên partiyê destnîşan kir ku mantiqê yasayê wiha ye:
"Rêxistinê belav bike, çekan deyne, em jî vê yekê piştrast bikin, paşê ji yasayê sûdê wergire."
Heta ku mekanîzmaya piştrastkirinê nebêje "temam", yasa nayê bicihanîn.
Li gorî berpirsan, divê di mijarên wekî danîna çekan û valakirina şikeftan de rêjeya têrker herî kêm ji sedî 80 be.
Dema ku ev pêvajo bi dawî bibin, endamên PKKyê yên ku dixwazin vegerin, heger sûc nekiribin, dê cezayê nestînin.
Di vê çarçoveyê de, dê biryara Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê ya "Heger endamê rêxistinê, di çarçoveya çalakiyên rêxistinê de beşdarî sûcan nebûbe û bi dildarî ji rêxistinê veqetiyabe û vê yekê ji meqamên pêwendîdar re ragihîne, ceza lê nayê birîn" were bicihanîn.
Dosyeyên girtîgehan dê yek bi yek werin lêkolînkirin
Ew kesên ku sûc kirine jî, ji ber ku dê tohmeta "terorê" ya li ser wan bikeve, dê bi cezayekî kêmtir re rûbirû bimînin.
Çavkaniyên AK Partiyê diyar kir ku bi ketina meriyetê ya qanûnê re, dosyeyên endamên PKKyê yên di girtîgehan de dê ji aliyê dadgehan ve yek bi yek werin lêkolîn.
Ocalan li derveyî yasayê dimîne
Çavkaniyên AK Partiyê ragihand ku dê li ser Abdullah Ocalan û kadroyên din ên birêvebir ti sererastkirinên taybet neyên kirin û hat gotin:
"Dema ku pêşnûme tê amadekirin, dê beşa çarçove û pênaseyê bi xetên gelekî zelal were nivîsandin.
Tê plankirin ku ew kesên cezayê zîndana heta hetayê yê giran wergirtine, bi Ocalan re, li derveyî çarçoveyê werin hiştin.
Dê bi awayekî eşkere û zelal di yasayê de were nivîsandin ku ew kesên ji hinek sûcan ceza xwarine dê li derveyî vê yasayê bimînin."
Berpirsên AK Partiyê her wiha bal kişand ser wê yekê ku piraniya birêvebirên pilebilind ên rêxistinê ji Qendîlê derketine û nirxandina xwe wiha kir:
"Ev kes jixwe nayên Tirkiyeyê, heger werin jî ji ber ku dê li derveyî çarçoveya yasayê bimînin, dê bi cezayê zîndana heta hetayê yê giran werin darizandin."
Berpirsên AK Partiyê diyar kir ku wan hîn demeke zelal diyar nekiriye ka dê yasa heta kengî di meriyetê de bimîne û axaftina xwe wiha domand:
"Lê belê, ev dê ne demeke dirêj be.
Wekî mînak bi madeyeke demkî dikare were gotin 'piştî piştrastkirinê salek an 6 meh'.
Dê ji wan were xwestin ku di nav vê demê de serlêdanê bikin."
Çavkaniyên AK Partiyê bal kişand ser wê yekê ku ew endamên PKKyê yên ku dê vegerin, dê 3-5 salan di bin kontrola edlî de bin.
Di vê pêvajoyê de ew dê nikaribin di ti saziyên giştî de bibin karmend û siyasetê bikin.


