Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ragihand ku di pêvajoya çareseriyê de her derengketina di warê yasayî de, rê li ber dijberên çareseriyê vedike.
Bakirhan xwest kir ku "Yasaya Çarçoveyê" demildest û beriya bêhnvedana havînê were qebûlkirin û ji bo payîzê neyê hiştin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan îro di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî.
Bakirhan di axaftina xwe de bi giranî bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û gavên yasayî.
"Divê Yasaya Çarçoveyê neyê bipaşxistin"
Bakirhan bal kişand ser metirsiya derengketina gavên yasayî û got:
"Heta ku sererastkirineke yasayî neyê kirin, ezberên kevin û navendên dijberê çareseriyê dê ji bo xwe zemînekî peyda bikin.
Lewma divê 'Yasaya Çarçoveyê' neyê bipaşxistin. Nabe mirov vî karî bihêle payîzê.
Em cardin dibêjin: Yasa niha, aştî niha! Vekişandina pirsgirêka sed salî ji zemîna tundiyê ber bi zemîna hiqûqê ve karekî mezin e û divê ev yasa li gorî mezinahiya vê dozê bi wêrekî were nivîsandin."
Tuncer Bakirhan daxwaz kir ku yasa hemû aliyên ku dixwazin vegerin jiyana sivîl li xwe bigire û di navbera wan de cudahî neyê kirin.
Bakirhan li ser vê mijarê got, "Eger hiqûq tune be, bawerî nîne; eger bawerî tune be, veger nîne.
Nabe rayedar bêjin 'ev kes sûdê jê werdigire, ew kes kêm sûdê werdigire'. Divê derî ji bo her kesî vekirî be.
Jiyana mirovan nabe bispêrin kêf û rehma karmendekî yan jî dozgerekî.
Divê misogeriya yasayî ji bo hemû kesan bi awayekî wekhev û zelal be.
Mesele ne tenê sererastkirineke teknîkî ye, mesele girêdana îradeya bihevrejiyanê ya vî welatî ya bi hiqûqê ve ye."
"Ocalan mîmarê sereke yê vê pêvajoyê ye"
Hevserokê DEM Partiyê bal kişand ser rola Abdullah Ocalan a di pêvajoyê de û mîtîngên dawî yên li Amed, Wan, Stenbol û Mêrsînê bi bîr xistin.
Bakirhan destnîşan kir ku daxwaza bi milyonên kesan azadiya Ocalan e û got:
"Milet naxwaze pêvajoya aştiyê giran bimeşe. Birêz Ocalan mîmarê sereke yê vê pêvajoyê ye.
Eger ew mixetab be, nabe di hucreyeke 12 metreçargoşeyî de were hiştin û hevdîtinên wî werin astengkirin.
Divê şert û mercên xebat, jiyan û pêwendiyê yên birêz Ocalan li gorî ruhê vê pêvajoyê werin sererastkirin. Divê qada xebatê ji bo wî were vekirin."
"Rêzê li biryarên dadgehê bigirin"
Tuncer Bakirhan rexne li darazê jî girtin ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûra Bingehîn bicih nayîne.
Bakirhan xwest ku girtiyên nexweş ên wekî Alî Urkut û Nazmî Gur demildest serbest werin berdan û wiha berdewam kir:
"Eger hûn Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nas nakin, qet nebe rêzê li biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn bigirin ku dadgeha vî welatî ye.
Pêngava destpêkê ya ji bo aştiyê, bicihanîna hiqûqê ye."
Hevserokê DEM Partiyê her wiha tekez kir ku Tirkiye di qonaxeke dîrokî de ye û dikare bi serkeftina vê pêvajoyê, şerê nîv sedsalî bi dawî bike û "Komara Demokratîk" ava bike.



