Hewlêr (Rûdaw) - Çawîşê Pispor Abdurrahman Hîlalê ku li herêma Zap-Avaşînê ya Başûrê Kurdistanê di qezayeke wesayîta leşkerî de giran birîndar bûbû mir.
Li gorî daxuyaniya Parêzgeriya Aksarayê, di çarçoveya "Operasyona Pençe-Kilîd"ê de ya ku ji aliyê Hêzên Tirkiyeyê ve li herêmên Metîna, Zap, Avaşîn û Basyanê tê kirin, wesayîta leşkerî ya artêşa Tirkiyeyê 22yê Gulana 2026an qeza kir.
Çawîşê Pispor Abdurrahman Hilalê ku di wesayîtê de birîndar bûbû, li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê hat tedawîkirin.
Hîlal paşê sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gulhaneyê ya Enqereyê (GATA) kirin. Lê tevî hemû hewldanên bijîşkan jî mir.



