Hewlêr (Rûdaw) - Ahmet Kabaîşê apê Rojîn Kabaîşê diyar kir ku Selahattîn Demîrtaş spasiya Rûdawê kiriye û gotiye, “Xwezî derfet hebûya û ew jî bihata ba me.”
Nizamettîn Kabaîşê bavê Rojîn Kabaîşê û mamê wê Ahmet Kabaîş çûn Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edîrneyê û wan bi Selahattîn Demîrtaş re hevdîtinek kir.
Nizamettîn Kabaîş û Ahmet Kabaîş piştî hevdîtina bi Demîrtaş re ji hevkarê me Rawîn Stêrk re axivîn.
Ahmet Kabaîşê apê Rojînê da zanîn ku Demîrtaş di hevdîtinê de spasiya tîma Rûdawê ya Stenbolê kiriye ku dosyeya Rojînê ji nêz ve dişopîne.
“Em dê heta dawiyê bişopînin”
Ahmet Kabaîş anî zimên ku Demîrtaş gotiye ku ew jî dê doza Rojînê bişopînin û got:
“Birêz Demîrtaş jî dengê xwe bi me re kir yek. Got, ‘Em dê pêvajoya Rojînê heta dawiyê bişopînin û em dê li ba we bin.”
Spasî
Ahmet Kabaîş ragihand ku Demîrtaş silavên xwe ji karmendên Rûdawê re şandine û got:
“Silavên wî ji we re jî pir hebûn, bi taybetî ji we re. Got, ‘Pir silavên min li wan bikin, xwezî derfet hebûya û ew bihata ba me.”
Cenazeyê Rojîn Kabaîşa ku xwendekara Zanîngeha Van Yuzuncû Yilê bû û xelkê Amedê bû, 27ê Îlona 2024an winda bûbû piştî 18 rojan li peravên Gola Wanê, 24 kîlometreyan dûrî kampusê hatibû dîtin.
Rûdaw doza Rojînê bi nûçe û dosyeyên taybet ji nêz ve dişopîne.

