Enqere (Rûdaw) - Li Enqereyê ji bo pêşwaziya Serokê Amerîkayê Donald Trump amadekariyên berfireh tên kirin.
Trump û serokên 32 welatên endamên NATOyê dê ji bo lûtkeya 36emîn a NATOyê biçin Enqereyê.
Amadekariya herî balkêş ji aliyê xwediyê restorantekê ve hatiye kirin.
Karsazê bi navê Metîn Gumuş ku xwediyê restorantekê ye, ji bo Trump sifreyeke taybet amade kiriye û li ser sifrê jî xwarinên corbecor danîne.
Xwediyê restorantê dibêje, "Ez jî dizanim ku Trump nayê, lê min karekî mîzansen û henekî amade kiriye."
Tîmên ewlehiyê û maseya taybet
Li Enqereyê di gelek waran de ji bo lûtkeya 36emîn a NATOyê amadekarî tên kirin.
Li seranserê bajêr 55 hezar tîmên ewlehiyê û 15 hezar personelên sivîl ji bo lûtkeyê dixebitin.
Li aliyê din, xwediyê restorantekê hatina Trump ji bo xwe wekî derfetek ditiye û li restoranta xwe ji bo Trump sifreyek amade kiriye.
Li ser vê sifrê xwarinên Kurd û Tirkan û qehweyên taybet hene.
"Me xwest em xwe bidin nasandin"
Xwediyê restorantê Metîn Gumuş li ser vê amadekariya xwe got:
"Niha rojeva me hemûyan bûye lûtkeya NATOyê. Serokên navdar ên cîhanê dê serdana Tirkiyeyê bikin.
Ev yek ji bo ku em xwe bidin nasandin gelekî girîng e. Me jî li gorî xwe mîzansenek çêkir.
Ev nayê wê wateyê ku em alîgir in, me ev yek tenê ji bo kêfxweşiyê kir.
Em jî dizanin ku Trump nayê, lê me hema tiştekî wisa kir. Bi rastî me bawer nedikir ku dê ew qas deng vede."
Xwediyê restorantê û xebatkarên wî ev kar hem ji bo nasandina restoranta xwe û xwarinên xwe yên taybet, hem jî wekî çalakiyeke magazînî pêk aniye.
Ew bi xwe jî dizanin ku di bernameya Trump de serdana ti restorantê nîne.
Aşpêjê restorantê li ser xwarinên ku li ser sifrê amade kirine got:
"Em dê mezeyên xwe pêşkêş bikin. Me kutilkên tije amade kirine, qehwe û mira hene, çaya semawerê, kûnefe û her cureyên kebabê hene. Em dê xwarinên herêmî bidin nasandin."
Hezar kes dê xizmeta Trump bikin
Li gorî bernameya ku hatiye eşkere kirin, Donald Trump dê li oteleke li Enqereyê bimîne.
Nêzîkî hezar kesan dê xizmeta wî û mêvanan bikin. Her wiha hemû xwarin û vexwarinên wî jî pêşwext hatine plankirin.



