Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump got, "Bi îhtimaleke mezin, em dê îşev bi tundî li Îranê bidin."
Donald Trump û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky, piştî Lûtkeya 36emîn a Serokên Dewlet û Hikûmetan a NATOyê ya ku li Enqereyê hat lidarxistin, daxuyanî da çapemeniyê.
Trump bi bîr xist ku piştî Îranê li Tengava Hurmizê keştiyên bazirganî kirin armanc, Amerîkayê êrişî xalên li Îranê kiriye.
"Em dê îşev jî pir bi tundî li Îranê bidin"
Serokê Amerîkayê wiha pê de çû, "Ew zêde nerihetiyan dikin, me gelek caran êrişî wan kir. Divê êdî bi aqil bibin. Me bi dron û mûşekan êrişî wan kir. Doh bi şev me gelekî bi tundî li wan da.
Wan êrişî keştiyan kir. Bi îhtimaleke mezin, em dê îşev jî pir bi tundî li Îranê bidin."
"Rê nadin Îran bibe xwedî çekên nukleerî"
Trump careke din tekez kir ku ew dê destûrê nedin ku Îran bibe xwedî çekên nukleerî.
Wî diyar kir ku di dan û standinên li gel Tehranê de xala bingehîn a rojevê bernameya nukleerî ya wî welatî ye.
Trump li ser vê mijarê got, "Gelekî hêsan e, em nikarin rê bidin ku Îran bibe xwedî çekên nukleerî."


