Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu got, “Selahattîn Beg nereviyaye, girtina wî şaş e.”
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu beşdarî weşana zindî ya tv100ê bû û pirsên rojnamegeran bersivandin.
Kiliçdaroglu li ser angaştên ku Ozgur Ozel û tîma wî dê partiyeke nû ava bikin, daxuyaniyên tund dan.
"Dabeşkirina partiyê bi kêrî Erdogan tê"
Ozgur Ozelê ku bi biryara dadgehê ji serokatiya giştî hatibû dûrxistin û kesên bi wî re ne, amadehiya partiyeke nû dikin.
Kiliçdaroglu li ser vê mijarê got, "Kî partiyê dabeş bike, tê wê wateyê ku xizmetê ji Erdogan re dike" û berdewam kir:
"Parçebûna CHPyê bi kêrî kê tê? Bi kêrî Erdogan tê. Kî partiyê dabeş bike û ji hev veqetîne, ew xizmetê ji Erdogan re dike."
"Dozên Demîrtaş û Kavala siyasî ne"
Kiliçdaroglu bal kişand ser dozên Can Atalay, Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş û diyar kir ku ev doz siyasî ne. Wî destnîşan kir ku ew kes ji ber ramanên xwe di girtîgehê de ne û anî zimên:
"Min negotiye ku dadwerî serbixwe ye. Gelo dadwerî serbixwe ye? Na. Pirsgirêkên min bi xwe jî li ser dadweriyê çêbûn."
Mijara parêzbendiyê û Demîrtaş
Kiliçdaroglu li ser mijara rakirina parêzbendiya parlamenteran wiha peyivî:
"Eger ez bûma, min dê bigota 'Parêzbendiya min rakin, ez dê werim beraet bikim.'
Li ser rakirina parêzbendiyan daxuyaniya Birêz Demîrtaş hebû, ya birêvebiriya DEM Partiyê hebû. Wekî partî ya me jî hebû.
Rakirina parêzbendiyan rast e lê girtina wan şaş e. Wê demê wan jî dixwest ku parêzbendî werin rakirin. Selahattîn Beg nereviyaye, girtina wî ne rast e."
Kiliçdaroglu diyar kir ku ew di dozên siyasî de baweriyê bi dadweriyê nayîne û got, "Di dozên edlî de delîl hene lê di dozên siyasî de tenê raman hene."
Kemal Kiliçdaroglu di dawiya axaftina xwe de eşkere kir ku di demên dawî de ji bo hevdîtina bi Selahattîn Demîrtaş û Merdan Yanardag re ti daxwaza wî çênebûye.
Divê were gotin ku Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaşê ji 4ê Çiriya Paşîn a 2016an ve di Girtîgeha Edîrneyê de ye.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê gelek caran bi biryarên xwe xwestiye ku Demîrtaş were berdan lê Tirkiyeyê heta niha ev biryar bi cih neanîne.



