کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Parlamentoya Tirkiyeyê / Wêne: Arşîv

Parlamentoya Tirkiyeyê / Wêne: Arşîv

TIRKIYE

Daxwaza rakirina parêzbendiya Ozgur Ozel û 5 parlamenterên CHPyê tê kirin

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

18-07-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran18-07-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Edîrne û Kirklareliyê 29 koçberên neyasayî hatin desteserkirin
TIRKIYE19-11-2026

Li Edîrne û Kirklareliyê 29 koçberên neyasayî hatin desteserkirin

Bahçelî 7 pirsgirêkên Tirkiyeyê rêz kirin û banga çareseriyê kir
TIRKIYE19-11-2026

Bahçelî 7 pirsgirêkên Tirkiyeyê rêz kirin û banga çareseriyê kir

Ozgur Ozel: Partiya NÛ endaman nade Desteya Çavdêriyê
TIRKIYE18-11-2026

Ozgur Ozel: Partiya NÛ endaman nade Desteya Çavdêriyê

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê ji bo rakirina parêzbendiyê, 9 dosyeyên cuda yên li ser Serokê Koma CHPyê û 5 parlamenterên wê û her wiha parlamenterekî Partiya Rêya Nû (Yenî Yol) radestî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê kirin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Parlamentoya Tirkiyeyê ku doh hat belavkirin, 9 fezlekeyên daxwaza rakirina parêzbendiya Serokê Koma Partiya Gel a Komarî (CHPyê) Ozgur Ozel, 5 parlamenterên din ên heman partiyê li gel parlamenterekî Koma Rêya Nû hatine amadekirin.

Ev dosyeyên lêpirsînê li ser giliyê Serokkomariyê ji aliyê Wezareta Dadê ve hatine amadekirin û ji Serokatiya Parlamentoyê re hatine şandin.

Serokatiya Parlamentoyê jî piştî wergirtina wan, dosye şandin Komîteya Dadê û Destûra Bingehîn.

Dosyeyên li ser parlamenterên CHPyê:

• Ozgur Ozel, Serokê Koma CHPyê (3 dosye)
• Huseyîn Yildiz, Parlamenterê Aydinê (1 dosye)
• Suat Ozçagdaş, Parlamenterê Stenbolê (1 dosye)
• Oguz Kaan Salici, Parlamenterê Stenbolê (1 dosye)
• Mustafa Adiguzel, Parlamenterê Orduyê (1 dosye)
• Murat Bakan, Parlamenterê Îzmîrê (1 dosye)

Dosyeya li ser parlamenterê Koma Rêya Nû:

• Mesut Dogan, Parlamenterê Enqereyê (1 dosye)

Bîlançoya fezlekeyan

Komîteya Dadê û Destûra Bingehîn a Parlamentoya Tirkiyeyê bîlançoya fezlekeyên dema xula 28an eşkere kir.

Hat ragihand ku heta niha ji bo rakirina parêzbendiyan 896 dosye gihîştine parlamentoyê.

Ji van, 574 dosye li ser parlamenterên DEM Partiyê ne ku tenê li ser parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîzê 107 dosye hene.

Wekî din, 30ê Kanûna Paşîn a 2024an bi dengên parlamenterên AK Partî û MHPyê, parlamenteriya Can Atalayê ku Parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) bû hatibû betalkirin.

Atalay berî hilbijartinê hatibû girtin û hîn sonda yasayî nexwariye.

Biryara dawî ya Desteya Giştî ye

Li gorî rêkaran, Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş destpêkê dosyeyan ji bo lêkolîna kêmasiyan dişîne beşa pêwendîdar, pişt re jî dosye derbasî komîteyên têkildar dibin.

Piştî ku komîte van daxwazan pesend bikin, dosye ji bo dengdanê tên rojeva Desteya Giştî û biryara dawî li wir tê dayîn.

Li gorî amarên Wezareta Dadê, di dema xula 27an a parlamentoyê de, hezar û 418 dosyeyên rakirina parêzbendiyê û betalkirina parlamenteriyê gihîştibûn Serokatiya Parlamentoyê.

Ji vê hejmarê hezar û 101 dosye tenê li ser parlamenterên HDPyê hatibûn tomarkirin.

Di wê demê de parlamenteriya 3 parlamenterên HDPyê (Semra Guzel, Leyla Guven û Musa Farisogullari) hatibû betalkirin.

Nûçeyên Têkildar

Li Edîrne û Kirklareliyê 29 koçberên neyasayî hatin desteserkirin
TIRKIYE19-11-2026

Li Edîrne û Kirklareliyê 29 koçberên neyasayî hatin desteserkirin

Bahçelî 7 pirsgirêkên Tirkiyeyê rêz kirin û banga çareseriyê kir
TIRKIYE19-11-2026

Bahçelî 7 pirsgirêkên Tirkiyeyê rêz kirin û banga çareseriyê kir

Ozgur Ozel: Partiya NÛ endaman nade Desteya Çavdêriyê
TIRKIYE18-11-2026

Ozgur Ozel: Partiya NÛ endaman nade Desteya Çavdêriyê

Pirsên