Enqere (Rûdaw) - Li Enqereyê bi beşdariya çendîn komele, rêxistin û aktîvîstan di bin navê "Hevdîtinên Aştiyê" de bernameyek hat lidarxistin.
Di vê bernameyê de endamên Însiyatîva Dayîkên Aştiyê, li ser navê malbatên Roboskiyê Welî Encû, nûnerên Kurdên Êzidî, Elewî, Suryanî û Çerkezan amade bûn.
Di hevdîtinan de bangî hikûmeta Tirkiyeyê hat kirin ku ji bo parastina aştiyê demildest bingeheke yasayî were avakirin.
"Ji sedî 90ê Êzidiyan li ser axa xwe najîn"
Aktîvîst Ayhan Erkmen li ser rewşa Kurdên Êzidî wiha got:
"Li ser navê Êzidiyan gazî min kirin. Ez dê qala wan fermanan bikim ku bi serê Êzidiyan de hatine. Ez dê qala koçberiya Êzidiyan bikim.
Hûn jî dizanin ku niha derdora ji sedî 80 heta 90ê Êzidiyan li ser axa xwe najîn. Hinek gund êdî bê Êzidî mane."
Erkmen ji bo rewşa gundên Êzidiyan mînakek da û wiha pê de çû:
"Ji bo mînak li Êlihê gundê Çinêrê hebû ku Apê Pîr Hemê lê dima. Piştî ku Pîr Hemê mir êdî li wî gundî kes nema.
Ji ber ku li wî gundê Êzidiyan tenê Pîr Hemê mabû, piştî mirina wî gund vala ma."
Dayîkên Aştiyê ji dewletê gavan dixwazin
Ji Dayîkên Aştiyê Maytap Toprakê jî li ser daxwazên xwe wiha got:
"Hêviya me ji vê civînê ew e ku em encameke baş bi dest bixin. Ez li ser navê Dayîkên Aştiyê beşdar bûme.
Em aştiyê dixwazin û em şer naxwazin. Dibêjin bila çek werin danîn lê ev tişt bi awayekî yekalî nabe. Pêwîst e dewlet jî gavan biavêje."
Di bernameya hevdîtinên aştiyê de cihekî taybet ji bo mijara koçberiyê û her wiha gundên Kurdan ên hatine valakirin hat veqetandin.
Hevserokê Komeleya Koçberan a Mezopotamyayê eşkere kir ku heta niha tenê derdora ji sedî 30ê gundên Kurdan ji nû ve hatine avakirin.
"Di salên 90î de bi hezaran gund hatin valakirin"
Hevserokê Komeleya Koçberan a Mezopotamyayê Vecîh Aydogan li ser mijara koçberiyê got:
"Di salên 90î de bi hezaran gundên me bi darê zorê hatin valakirin. Bi milyonan xelkê me koçber bû.
Em dê qala daxwaza xelkê me ya ji bo vegera li gundên xwe û astengiyên li ber vê vegerê bikin."
Di bernameyê de bangî dewletê û PKKyê hat kirin ku rewşa aram û hewlên aştiyê werin parastin, her wiha bingeha yasayî ya vê pêvajoyê jî were temamkirin.


