Hewlêr (Rûdaw) - Wekîla Serokê Koma AK Partiyê Leyla Şahîn Ustayê li ser pêvajoya çareseriyê axivî û got, “Bi dîtina min dê bi aqilê hevpar di demeke kurt de pêşniyaryasayeke baş were."
Leyla Şahîn Ustayê her wiha got, "Dê ew daxwazên ku pêşiya Tirkiyeyê ya demokratîk û siyasî vedikin bi awayekî rast werin nirxandin.”
Wekîla Serokê Koma AK Partiyê Leyla Şahîn Usta li Federasyona Çapemeniyê ya Tirkiyeyê (TUBAF) bi rojnamegeran re hat cem hev û pirsên li ser rojevê bersivandin.
Ustayê destnîşan kir ku pêvajoya nû ya çareseriyê gelekî biqîmet û girîng e.
Ustayê anî zimên ku ew ji bo "jiholîrakirina her hêmaneke ku dikare bibe gef ji bo welêt" bi biryar in û got:
"Niha xebata li ser sererastkirineke qanûnî didome. Bi rastî em dikarin ji vê xebatê re bibêjin xebateke çarçoveyî.
Çimkî ev ne tenê ew pêşniyar û qanûn in ku me anîne. Divê li vê derê pêvajoyek bi lihevkirina hemû partiyan bi rê ve biçe.
Li ser vê mijarê Numan Beg hevdîtinên xwe didomîne. Ez pêşbînî dikim ku dê ji vir encamên xweş û baş derkevin.
Ez wisa difikirim ku dê sererastkirinên wisa werin ku pêşiya welat û herêma me vebikin."
"Hinek daxwaz û bendewariyên DEM Partiyê hene"
Ustayê da zanîn ku ji bo rêxistineke nû neyê avakirin pêwîstî bi hinek sererastkirinan heye û wiha domand:
"Li ser vê mijarê hinek daxwaz û bendewariyên DEM Partiyê hene. Ew dixwazin ev daxwaz werin bicihanîn.
Dê ew daxwazên ku pêşiya Tirkiyeyê ya demokratîk û siyasî vedikin bi awayekî rast werin nirxandin.
Bi dîtina min dê bi aqilê hevpar di demeke kurt de pêşniyaryasayeke baş jî were."
"Dibe ku Parlamento ji bo civîneke awarte were vexwendin"
Usta li ser pirsa "Gelo dê beriya betlaneya Parlamentoyê sererastkirina qanûnî were an na?" got:
"Dibe ku were lê alternatîfeke me ya wiha jî heye, wate dibe ku xebat bidomin.
Em dê Parlamentoya xwe bigirin û bi biryareke civîna awarte dîsa were vexwendin. Dê ev qanûn jî were nîqaşkirin.
Em niha ji bo alternatîfên wiha vekirî ne. Ya girîng ew e ku ew lihevkirin û bendewariya dualî pêk were.
Divê sererastkirineke wisa were ku bendewariya her aliyî bi cih bîne û bersivê bide daxwaz û pêşniyarên raya giştî ya li Tirkiyeyê."
Ustayê li ser pirsa "Dê çarçoveya giştî ya pêşniyaryasayê çawa be?" ev agahî dan:
"Di civînên me yên berê yên bi Serokkomarê me re û di şêwirên me yên navxweyî de me dît ku eger li dijî dewletê sûc hatibin kirin, belê dewlet dikare efû bike.
Lê em tim wisa difikirin, di sûcên ku li dijî kesan hatine kirin de, nabe ku dewlet mafê wî kesî bin pê bike. Li vê derê maf û hiqûqê wî kesî derdikeve pêş.
Ji ber vê yekê, bi dîtina min ne rast e ku bendewariya efûya giştî were zêdekirin.
Ez tenê dikarim bibêjim ku ev yek, dê zêdetir di pêvajoya 'Tirkiyeya Bêteror' de mijarek be û ew dê bi nemana bi temamî ya PKK, YPG û PYDyê ve girêdayî be."



