Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji Girava Îmraliyê vegeriya.
Hevdîtina şandeyê û Abdullah Ocalan 5 saetan ajot.
Şandeya DEM Partiyê ji Pervîn Buldan û Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol pêk dihat.
Şandeyê li Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir.
Tê çaverêkirin ku şande di demeke nêzîk de li ser naveroka hevdîtinê daxuyaniyekê bide.
Şandeya DEM Partiyê herî dawî 24ê Gulanê çûbû Girava Îmraliyê.
Wan wê demê jî bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû.
Şandeyê û Ocalan di wê hevdîtinê de li ser "çarçoveya qanûnî" gotûbêj kiribû.



