Hewlêr (Rûdaw) - Serokê CHPyê Ozgur Ozel ji partiya xwe veqetiya.
Hat îdiakirin ku dadgeha îstinafê biryara "betalkirina mutleq" a li ser Kongreya 38an a CHPyê daye.
Her wiha hat diyarkirin ku dê Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê meha îlonê dosyeya li ser vê mijarê binirxîne.
Piştî vê îdiayê, Ozgur Ozel di civîna koma partiya xwe de axaftina xatirxwestinê kir.
Ji bo piştgiriya Ozel, zêdetirî 80 parlamenterên CHPyê hatin eywanê.
Ozgur Ozel qala têkoşîna hiqûqî ya di nava partiyê de kir û bi gotina "Her dawî destpêkek e" ket eywanê.
"Em di çarxerêyeke dîrokî de ne"
Ozgur Ozel diyar kir ku ew di çarxerêyeke dîrokî de ne û got:
"Îro ez bi hestên ji her demê cudatir û bi xembargiya xatirxwestineke ku wextê wê hatiye derketim ser vî kursiyî û li hemberî we me."
Ozel anî zimên ku ew ne ji bo axaftineke ji rêzê hatiye û wiha berdewam kir:
"Ez îro hatime vê derê da ku axaftineke ji dil bikim, notan ji dîrokê re bihêlim û ramanên xwe emanetî we bikim.”
"Em dibin partiya mixalefetê ya sereke"
Ozgur Ozel bi awayekî fermî avakirina partiya nû eşkere kir û got:
"Em partiya xwe ya nû bi wan parlamenterên xwe ava dikin ku miletê me ew hilbijartine û desthilat emanetî wan kiriye. Em gava yekem wisa diavêjin."
Ozel eşkere kir ku ew kursiyê koma partiya mixalefetê ya sereke bernadin û ev peyam da:
"Dema ku em îro ji kursiyê koma CHPyê xatir dixwazin, em qet dev ji kursiya koma partiya mixalefetê ya sereke bernadin.
Em rojên xwe dijmêrin da ku em ji kursiya partiya mixalefetê xatir bixwazin û bigihîjin kursiya koma partiya desthilatê!"



