Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partî ji bo yasaya çarçoveyê amadehiyan dike ku partiyên siyasî ziyaret bike.
Ew yasaya çarçoveyê dê ji bo vegera gerîla û endamên PKKyê were derxistin.
Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan, Ozgur Faîk Erol û Mîthat Sancar, piştî 2 mehan ji bo dîtina Abdullah Ocalan pêr çûbûn Girava Îmraliyê.
Şandeyê li ser nirxandin û pêşniyarên hevdîtinê daxuyaniyek da.
Wan bal kişand ser wê yekê ku ji bo domandina pêvajoyê biryardarî heye.
Amadehiya li Parlamentoyê
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), di pêşnumayê de hinek xal hene ku li ser wan lihevkirin çênebûye û hewldan hene ku li ser wan xalan li hev bikin.
Li gorî agahiyên ji piştperdeyan hatine wergirtin, rayedarên AK Partiyê pêşniyar kiriye ku pêşnumaya yasayê piştî girtina Parlamentoyê were rojevê.
Rayedarên AK Partiyê xwestiye ku Parlamento were girtin û dema girtî be pêşnuma li Komîsyona Dadê ya Parlamentoyê were guftûgokirin.
Lê belê piştî hevdîtinên bi partiyên siyasî re, dema xebatê ya fermî ya Parlamentoyê heta 31ê Tîrmehê hat dirêjkirin.
Parlamento nakeve betlaneyê
Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş jî di daxuyaniya xwe de anî zimên ku dê Parlamento bêyî navberdanê xebatên xwe yên li ser yasaya pêvajoyê bimeşîne.
Kurtulmuş diyar kir ku dê pêşnumaya yasayê hefteya pêşiya me pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê were kirin û piştre li Komîsyona Dadê were nîqaşkirin.
Kurtulmuş bal kişand ser 30-31ê Tîrmehê û eşkere kir ku dê wekilên serokên komên partiyan di nav xwe de li ser hûrgiliyên pêşniyara yasayê bixebitin û wê bigihînin qonaxekê.
DEM Partî dê bi partiyan re rûne
Li gorî agahiyan, dibe ku koordînatorên komîsyona pêvajoyê di vê hefteyê de xebatên dawî yên li ser pêşnumayê bikin.
Tê çaverêkirin ku naveroka hevdîtinên li Îmraliyê jî ji partiyên siyasî re were ragihandin.
Ji bo ku nêrîn û pêşniyarên Abdullah Ocalan bi partiyên siyasî re werin parvekirin, tê payîn ku DEM Partî, çi koma wan li Parlamentoyê hebe çi nebe, bi hemû partiyên siyasî re rûne.
Di encama van hevdîtinan de dê şiklê dawî bidin pêşnumayê.
Pêşnuma dê bi îmzeya hevpar a partiyên di komîsyonê de an jî tenê bi îmzeya AK Partî û MHPyê pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê were kirin.



