Hewlêr (Rûdaw) - Partiya NÛya ku Ozgur Ozel bi 91 parlamenteran ava kir li malpera fermî ya Parlamentoya Tirkiyeyê hat zêdekirin.
Bi vê yekê re, Partiya Gel a Komarî (CHP) statuya xwe ya mixalefeta sereke ji dest da û ket rêza pêncan.
Li gorî agahiyên li ser malpera fermî ya Parlamentoya Tirkiyeyê, Partiya NÛ bi 91 kursiyan bû partiya duyemîn.
CHPya ku berê mixalefeta sereke bû, niha bi 44 parlamenteran di rêza pêncan de cih digire.
Li gorî lîsteya nû ya li ser malperê hejmara parlamenterên partiyan bi vî rengî ye:
· Partiya Dad û Bipêşketinê (AK Partî): 277
· Partiya NÛ: 91
· Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî): 56
· Partiya Tevgera Neteweperest (MHP): 46
· Partiya Gel a Komarî (CHP): 44
· ÎYÎ Partî: 29
· Partiya Rêya Nû: 20
· Parlamenterên serbixwe: 11
· Partiya Doza Azad (HUDA PAR): 4
· Partiya Yenîden Refahê: 4
· Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP): 3
· Partiya Herêmên Demokratîk (DBP): 2
· Partiya Kedê (EMEP): 2
· Partiya Saadetê: 1
· Partiya Çep a Demokratîk (DSP): 1
· Partiya Demokrat: 1
Bi vê guherînê re, Partiya NÛ li parlamentoyê bû mixalefeta sereke.
CHPya ku piştî veqetîna 91 parlamenteran hejmara kursiyên wê kêm bû, statuya xwe ji dest da.
Hejmara giştî ya parlamenterên li parlamentoyê jî wekî 592 kes hat tomarkirin.
.webp&w=3840&q=75)


