Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Manavgatê ya parêzgeha Antalyayê otomobîlek qulibî û di qezayê de 5 kes mirin.
Li Taxa Beydîgînê ya Manavgatê, otomobîlek ji kontrolê derket û qulibî bi kendalê de ket.
Li ser agahdarkirina kesên derdorê, tîmên tenduristiyê, AFAD, tîmên agirvemirandinê û cendirme çûn cihê qezayê.
Tîman dît ku 5 kesên di otomobîlê de bûn mirine.
Tîmên tenduristiyê her wiha 2 kesên birîndar jî veguhastin nexweşxaneyê.
“7 kes di otomobîlê de bûn”
Parêzgarê Antalyayê Hulusî Şahîn ji medyayê re diyar kir ku di otomobîlê de 7 kes hebûn û 5 ji wan mirine.
Hulusî Şahîn da zanîn ku yek ji birîndaran jineke ducanî ye.
Her wiha xebatên tîman ên li cihê qezayê didomin.



.webp&w=3840&q=75)