Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, “Zîhniyeta ku digot Kurd nînin, îro neçar maye ku bi Kurdan re li ser heman maseyê rûnê.”
Kongreya 3yemîn a Asayî ya Mêrsînê ya DEM Partiyê li Qesra Kongreyan a Bajarê Mezin a Mêrsînê pêk hat.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di Kongreya Mêrsînê de axivî û diyar kir ku ew dê di serdema nû de jî ji bo çareseriya demokratîk xebatên xwe bidomînin.
Divê yasaya çarçoveyê berfireh be
Bakirhan anî zimên ku divê yasaya çarçoveyê ya ku dê biçe Parlamentoya Tirkiyeyê berfireh be.
Wî xwest ku ew sererastkirin bi awayekî wiha were amadekirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan bibe alîkar û got:
“Divê ev yasa ne nîvco be, yaseyeke temam be. Divê sererastkirin ew qasî berfireh be ku encamên pêvajoya şer ji holê rake.”
“Bila êdî dayîk negirîn”
Bakirhan di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya civakî ya pêvajoyê.
Wî hêvî kir ku bi derxistina yasayê re êş û azar bi dawî bibin û wiha got:
“Bi vê yasayê re dê ne dayîka gerîla û ne jî dayîka leşkeran bigirî. Dê deriyekî wiha vebibe ku dema mirov sibehê hişyar bûn negirîn.”
“Divê aştî berhema me hemûyan be”
Bakirhan anî zimên ku aştî tenê bi hevkariya hemû civakê pêk tê.
Wî diyar kir ku divê Tirk, Kurd, Elewî, jin, ciwan û hemû beşên cuda yên civakê piştgiriyê bidin pêvajoyê.
Bakirhan eşkere kir ku ew dê wekî DEM Partiyê roleke wiha bilîzin ku pêşiya pêvajoyê veke.
Wî da zanîn ku ew dê daxwazên xwe yên mafên demokratîk li parlamentoyê û platformên demokratîk bînin zimên.
“Zîhniyeta ku digot Kurd nînin îro li ser heman maseyê ye”
Bakirhan di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku pêvajo destkefteke girîng e û wiha domand:
“Zîhniyeta ku digot Kurd nînin û Kurd înkar dikirin, îro neçar maye ku bi Kurdan re li ser heman maseyê rûnê.
Ma ji vê yekê destkefteke girîngtir heye? Em çi qasî mafdar bin jî û mase were danîn jî divê em têkoşîna xwe xurt bikin da ku bi mafên xwe yên demokratîk bi ser bikevin.”
Hevserokên nû hatin hilbijartin
Di kongreyê de piştî qebûlkirina raporên xebat û darayiyê hilbijartin hat kirin.
Di hilbijartinê de Eylem Sonuvar û Adnan Şahîn wekî Hevserokên DEM Partiyê yên Mêrsînê hatin hilbijartin.



