Hewlêr (Rûdaw) - Kabîneya Serokkomariyê ya Tirkiyeyê dê bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bicive.
Pêvajoya aştiyê, aborî û şerê Amerîka û Îranê dê di rojevê de bin.
Kabîne sibe bi serokatiya Erdogan li Enqereya paytext li Beştepeyê dicive.
Rojeva herî girîng pêvajo ye
Tê çaverêkirin ku yasaya pêvajoyê were rojeva Parlamentoya Tirkiyeyê.
Ev yasa dê bibe yek ji mijarên girîng ên rojeva kabîneyê jî.
Raporên dawî yên li qadê yên MÎT û Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê dê li civîna kabîneyê bi hûrgilî werin nîqaşkirin.
Şerê Amerîka û Îranê
Di kabîneyê de şerê Amerîka û Îranê yê ku careke din gurtir bûye jî dê li ser maseyê be.
Dê bandorên aloziya li Tengava Hurmizê yên li ser Tirkiyeyê werin nirxandin.
Ev alozî herî zêde bandorê li bihayên enerjiyê dike.
Li aliyê din, hûrgiliyên hevdîtinên bi Amerîkayê re yên di çarçoveya Lûtkeya NATOyê de dê careke din di kabîneyê de werin nîqaşkirin.
Tê texmînkirin ku dê qala rakirina cezayên CAATSAyê û teslîmkirina balafirên F-35an ji bo Tirkiyeyê jî were kirin.



