Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tarsusê ya parêzgeha Mêrsînê ya Tirkiyeyê 3 kesên ji heman malbatê di deryayê de xeniqîn.
Malbata ku li perava Taxa Kulakê ketibû deryayê, piştî demekê di nav pêlan de man û hewl da xwe rizgar bike.
Li ser agahdarkirina xelkê herêmê tîmên parastina peravan, cendirme, polîs û tîmên tenduristiyê çûn herêmê.
Tîmên rizgarkirinê 4 kes ji avê derxistin lê wan nikarîbû xwe bigihînin kesê pêncem.
Tîmên tenduristiyê piştî kontrolê diyar kir ku dayîk, bav û xwişka dayîkê mirine.
Tîmên tenduristiyê keçika ku di bin metirsiya xeniqînê de bû jî bi ambulansê bir nexweşxaneyê.
Ji bo dîtina xwarzêyê winda yê malbatê jî xebatên lêgerînê yên tîman berdewam dikin.



