Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek re civiya.
Sirri Sakik wêneya ku wî û Akin Gurlek bi hev re girtiye li ser hesabê xwe yê Xê parve kir.
Sakik li ser hevdîtinê daxuyaniyek da û got, “Me hevdîtineke gelekî berhemdar kir.”
Sirri Sakik eşkere kir ku wan qala dosyeyên kiryarên wan nediyar kiriye û anî zimên:
“Me di hevdîtina xwe de bi berfirehî qala wan dosyeyên kiryarên wan nediyar kir ku bi salan e li benda edaletê ne.
Me di serî de jî qala dosyeya zarokên bi navên Orhan û Muhammed kir ên ku li navçeya Diyadînê ya Agiriyê dema di firneyê de dixebitîn hatibûn qetilkirin.”
Gavên ji bo pêvajoya çareseriyê
Sirri Sakik diyar kir ku wan di hevdîtinê de qala pêvajoya aştî û çareseriyê jî kiriye û ev agahî dan:
“Her wiha em li ser biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û gavên hiqûqî û mirovî yên ku dê pêvajoya aştî û çareseriyê bihêz bikin bi berfirehî axivîn.
Em di wê baweriyê de ne ku temînata herî xurt a aştiya civakî û paşeroja me ya hevpar edalet e.
Di vê çarçoveyê de ez hêvîdar im ku ev hevdîtina me di demeke kurt de bibe wesileya encamên şênber û erênî.
Ji ber mêhvandarî û nêzîkatiya wî ya avaker ez spasiya Birêz Wezîrê Dadê dikim.”



