Hewlêr (Rûdaw) - Pêşniyara AK Partiyê ya ji bo dirêjkirina dema xebatê ya parlamentoyê doh li Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê hat qebûlkirin.
Li gorî vê pêşniyarê, dema xebatê ya parlamentoyê heta 6ê Tebaxê hat dirêjkirin.
Dihat payîn ku parlamento 1ê Tîrmehê bikeve betlaneya havînê.
Lê belê ji ber projeyasayên ku dihat xwestin derkevin, dema girtinê hatibû bipaşxistin.
Lijneya Giştî ya Parlamentoyê doh bi serokatiya Alîkarê Serokê Parlamentoyê Celal Adan civiya.
Beriya ku derbasî rojeva Lijneya Giştî ya Parlamentoyê bibin, pêşniyara AK Partiyê ya li ser salnameya xebatê ya parlamentoyê hat nîqaşkirin.
Di encama dengdanê de pêşniyar hat qebûlkirin.
Li gorî vê yekê, Lijneya Giştî dê îro û sibe xebatên xwe bidomîne.
Ev xebat dê heta temambûna nîqaşên li ser Projeyaryasaya Parastina Zarokan û guhertina çend qanûnan werin kirin.
Salnameya nû ya xebatê
Her wiha di pêşniyarê de hat xwestin ku eger nîqaş 30ê Tîrmehê temam nebin, Civata Giştî 31ê Tîrmehê saet 14:00an bicive.
Di wê rûniştinê de dê projeyasayên di rojevê de werin nirxandin.
Dîsa li gorî salnameya nû ya xebatê, Lijneya Giştî dê 4, 5 û 6ê Tebaxê jî gotûbêjkirina projeyasayan bidomîne.



