Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku ew dê rojên pêş projeyasaya pêvajoya çareseriyê pêşkêşî Parlamentoyê bikin.
Recep Tayyîp Erdogan doh piştî civîna Kabîneya Serokkomariyê li ser rojevê daxuyanî da.
Erdogan di axaftina xwe de qala pêvajoya çareseriyê û "zerera aborî ya şerê li gel PKKyê" kir.
Erdogan anî zimên ku zerera şerê li gel PKKyê ya ji bo Tirkiyeyê ji 2,3 trilyon dolaran zêdetir e.
Serokkomarê Tirkiyeyê li ser zerera şer ev agahî dan:
“Zerera şer di dahata neteweyî de 511 milyar dolar e û di dahata kesane de jî 5 hezar û 800 dolar e. Di hinardeyê de 110 milyar dolar e.
Zerera derfetên kar 2,5 milyon e. Zererên ji ber terorê, ji du aliyan ve zext li ser aboriya giştî çêkiriye.
Di 40 salan de bi tevahî 520 milyar dolar deyn hatiye kirin. Zerera dahata bacê jî nêzîkî 123 milyar dolaran e.”
“Salane 50 milyar dolarî derbas dike”
Erdogan destnîşan kir ku dema zererên rasterast û nerasterast tên hesibandin, zerera ji bo Tirkiyeyê zêdetirî 2,3 trilyon dolaran e û wiha pê de çû:
“Dema em ji aliyê wekheviya derfetan ve binêrin, zerera terorê ya ji bo vî welatî 2 qatê vê hejmarê ye.
Eger ji aliyê hilberîn, dabînkirina kar, fînansman, geştyarî, çandinî û ewlehiyê ve hesab were kirin, zerera terorê ya salane 50 milyar dolar derbas dike.”
Projeyasaya pêvajoyê diçe Parlamentoyê
Erdogan ragihand ku ew dê rojên pêş projeyasaya pêvajoyê pêşkêşî Parlamentoyê bikin.
Wî diyar kir ku ew dê wekî Hevpeymana Cumhurê pêvajoyê bigihînin armanca wê û gotinên xwe wiha domandin:
“Dema pêvajoya Tirkiyeya bêteror gihîşt armanca xwe, dê dayîk bi dilrihetî serê xwe deynin ser balîfan.
Înşelah dê welatê me heta hetayê ji vî barê giran ê zerera aborî jî xilas bibe.
Dema ev mijar bi awayekî mayînde xelas bû, dê 86 milyon hemû milet û Tirkiye qezenc bikin.
Bi qasî karsazan dê birayên me yên kedkar jî sûdê wergirin. Bi qasî cotkarên me dê sektora geştyariyê jî qezenc bike. Bi qasî hilberîner û hinardekaran dê xanimên malan û xanenîşîn jî qezenc bikin.”
“Kurd, Ereb û Çerkez jî dê kar bikin”
Erdogan destnîşan kir ku dê hemû pêkhateyên welêt ji vê pêvajoyê sûdê wergirin û axaftina xwe wiha kuta kir:
“Bi qasî Tirkan, dê Kurd jî, Ereb jî, Laz jî, Çerkez jî kar bikin. Dema astengiya terorê ji holê rabû, dê aboriya Tirkiyeyê di her warî de çîrokeke nû binivîse. Em ji dil ji vê yekê bawer dikin.
Di rojên pêş de em dê wê sererastkirina yasayî pêşkêşî parlamentoya xwe bikin ku em demeke li ser dixebitin.
Em dê wekî Hevpeymana Cumhurê, tevî zehmetiyên curbicur vê pêvajoyê bigihînin armanca wê.
Ev yek dê bi piştgiriya wan partiyan pêk bê ku berjewendiyên neteweyî li pêş berjewendiyên şexsî digirin.”



