Hewlêr (Rûdaw) - Bavê Narîn Gurana 8 salî ya ku li Amedê hatibû kuştin Arîf Guran, dê bi hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş re hevdîtinê bike.
Hevserokê Giştî yê HDPyê yê berê Selahattîn Demîrtaş niha di Girtîgeha Edîrneyê de girtî ye.
Selahattîn Demîrtaş dê sibe saet 10:00an bi bavê Narînê Arîf Guran re hevdîtinê bike.
Li gorî agahiyan, Selahattîn Demîrtaş ji parêzerên dosyeyê zanyarî wergirtine û li ser bûyera kuştina Narîn Guranê agahî dane hev.
Tê payîn ku Selahattîn Demîrtaş piştî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî bide.
Her wiha hat zanîn ku ev hevdîtin dê bi destûra taybet a Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê were kirin.



