Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, li ser projeyasaya çarçoveyê ya ku tê payîn were Parlamentoyê, daxuyanî da û got, “Bi qebûlkirina vê yasayê re deriyên serdemeke nû dê bi temamî vebin.”
Serokê Parlamentoya Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş li Kastamonuyê beşdarî "Merasîma Danîna Medalyaya Serxwebûnê ya Îneboluyê" bû û projeyasaya çarçoveyê ya pêvajoya çareseriyê nirxand.
"Yasa bi tespîtkirina fesixbûnê dikeve meriyetê"
Kurtulmuş got, “Bi qebûlkirina vê yasayê re deriyên serdemeke nû dê bi temamî vebin” û wiha pê de çû:
“Li Tirkiyeyê serdemeke biratiyê ya nû dest pê dike. Hêvî dikim ku êdî li ti çiya û deştên vî welatî dengên çek û bombeyan neyên.
Li her aliyekî vî welatî dê stranên aştiyê, yekîtiyê, hevgirtinê û biratiyê bên gotin. Bi vê yasayê ti carî têgihiştineke efûyeke giştî li Tirkiyeyê nayê pêş. Yasa bi tespîtkirina fesixbûnê dikeve meriyetê.”
Xebatên komîteyê gihîştin dawiyê
Kurtulmuş eşkere kir ku xebatên Komîteyê ya ku di Parlamentoyê de hatibû avakirin, gihîştine dawiyê û got:
“Di encama van xebatan de em gihîştin asteke diyarkirî ku bi îradeya hevpar a hema hema hemû partiyên me wekî nexşereyeke zelal hatibûn destnîşankrin.”
Kurtulmuş anî ziman ku di çareserkirina Pirsgirêka Kurdan de gihîştine dawiyê û got:
“Li pêşiya me, dîsa hêvî dikim ku bi lihevkirina hemû partiyên me re pêvajoyeke sererastkirina yasayî ya ku dê derkeve holê, em ê bi hev re bicîh bikin.
Ez dixwazim eşkere bikim ku, mesele ne tenê amadekirina yasayekê ye. Li Parlamentoya Tirkiyeyê her hefte gelek yasa derdikevin. Li Tirkiyeyê dema pêwîst be yasayên din jî derdikevin.
Meseleya girîng ew e ku deriyên serdemeke nû vebin. Di deriyên serdema nû de cih ji çekan re nîne, cih ji pevçûnan re nîne, cih ji cudahiyê re nîne, wekî Akif gotiye.
Qet cih ji têgihiştina ‘Tu Tirk î, ez Kurd im’ re nîne. Qet cih ji nîqaş û cudabûna ‘Tu Elewî yî, ez Sunnî me’ re nîne.
Bi îzna Xwedê, bi qebûlkirina vê yasayê re deriyên serdemeke nû dê bi temamî vebin.
Li Tirkiyeyê dê serdemeke biratiyê ya nû dest pê bike. Û wekî min got, ti carî bi vê yasayê têgihiştineke efûyeke giştî li Tirkiyeyê nayê pêş.”



