Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Cengîz Çandar li ser pêşnûmeya "Yasaya Çarçoveyê" ya ku dê binesaziya hiqûqî ya pêvajoya çareseriyê pêk bîne hûrgiliyên girîng eşkere kirin.
Amadehiyên pêşnûmeya "Yasaya Çarçoveyê" ya ku AK Partiyê di çarçoveya "Pêvajoya Aştiyê" de amade kiriye ber bi dawiyê ve diçin.
Cengîz Çandar anî zimên ku tê payîn pêşnûme hefteya pêşiya me pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê were kirin.
Çandar got ku tê çaverêkirin ev yasa di heman hefteyê de were pesendkirin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Cengîz Çandar beşdarî bultena Rûdawê bû û pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin.
Cengîz Çandar da zanîn ku ew li bendê ne pêşniyara yasayê hefteya pêşiya me bibe yasa û wî li ser herikîna pêvajoyê agahiyên nû dan.
Trafîka bilez a yasayê li Parlamentoyê
Cengîz Çandar destnîşan kir ku dê pêşniyara yasayê roja duşema hefteya pêşiya me bê rojeva Parlamentoyê.
Çandar li ser dema “Yasaya Çarçoveyê" ev agahî dan:
"Li gorî agahiyên ku gihîştine ber destê me, tê çaverêkirin ku pêşnûme roja duşemê radestî Serokatiya Parlamentoyê were kirin.
Li gorî rêziknameya navxweyî ya Parlamentoyê, ji bo ku bibe yasa divê di hinek qonaxan re derbas bibe.
Tê texmînkirin ku dê pêşnûme di komîsyonê re derbas bibe û di nava 24 saetan de sewqî Lijneya Giştî were kirin.
Dibe ku roja pêncşema pêşiya me, ango 6 an jî 7ê mehê bibe yasa û pişt re Parlamento têkeve betlaneya havînê."
"Erdogan, Kalin û Ocalan naveroka metnê dizanin"
Çandar eşkere kir ku naveroka metna pêşnûmeyê hîn bi partiyên siyasî re nehatiye parvekirin lê qadroyeke "kakil" naveroka metnê dizane û got:
“Heta niha DEM Partî jî di nav de, ti partiyan naverok û peyvên pêşnûmeyê nedîtine. Lê helbet Serokkomar Erdogan metin dîtiye. Dibe ku Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin dizane û bê guman haya Abdullah Ocalan ji vê yekê heye."
Cengîz Çandar anî zimên ku desthilatê destpêkê xwestiye yasayê bihêle piştî betlaneya Parlamentoyê.
Çandar diyar kir ku şopandina Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî û daxwazên mixalefetê pêvajo lezandiye.
Cengîz Çandar bi bîr xist ku nivîs dispêre rapora komîsyona ku meha sibatê li Parlamentoyê hatibû avakirin û xeyn ji ÎYÎ Partiyê îmzeya hemû partiyan li ser heye.
Çandar li ser vê yekê jî wiha got, “Desthilat di vê mijarê de gelekî tirsonek tevdigere. Bi rastî armanc ew bû ku piştî vebûna Parlamentoyê vê yasayê bînin. Lê şopandina Bahçelî û daxwazên mixalefetê, desthilat mecbûrî vê yekê kir.”
Veger dê qonax bi qonax bin
Çandar destnîşan kir ku dê vegera kadroyên PKKyê û yên li Ewropayê û pêvajoya danîna çekan li gorî demeke diyarkirî werin kirin û got:
"Ez dikarim bi baweriyeke mezin bibêjim ku dê veger qonax bi qonax bin. Dê ne bi carekê re be, dê di nav teqwîmekê de be.
Tê zanîn ku di qonaxa yekem de lîsteya navên kesên ku bi ti sûcan re têkiliya wan nîne li cem yekîneyên ewlehiyê yên Tirkiyeyê heye.
Komek gerîla û hinek navên li Ewropayê û piştre jî kesên di girtîgehan de dê ji vê teqwîma qonaxî sûdê wergirin.
Dema ku pêşnûme derket holê, dê bi awayekî şênber were fêmkirin ka dê kî û bi çi hejmaran vegerin."
Ji bo çavdêriyê mekanîzmaya komîteya dualî
Cengîz Çandar eşkere kir ku di qonaxa bicihkirina yasayê de mekanîzmayeke dualî ya komîteyan tê plankirin.
Çandar li ser pênaseya erkên van komîteyan hûrgilî dan.
Çandar got ku dê komîteya yekem nûnertiya bicihkirinê bike û dê bi serokatiya Alîkarê Serokkomar Cevdet Yilmaz û bi beşdariya wezîrên peywendîdar were avakirin.
Çandar da zanîn ku dê komîteya duyem jî ji nav Parlamentoyê were hilbijartin û nûnertiya saziya yasadanînê bike û wiha domand:
“Du komîte tên pêşbînîkirin. Yek ji wan dê bi serokatiya Alîkarê Serokkomar Cevdet Yilmaz be û wezîrên curbicur beşdar bibin.
Ev komîte dê nûnertiya bicihkirinê bike. Ya din jî dê ji nav Parlamentoyê were avakirin û nûnertiya yasadanînê bike.
Ev komîte dê çavdêriya wê yekê bikin ka dê kî û kengî vegere, ew dê çawa ji qonaxa bicihkirina yasayê sûdê wergirin û dê van xebatan rapor bikin.
Eger tenê bi raporên burokratîk ve girêdayî bimînin dibe ku pirsgirêk derkevin. Ji ber vê yekê ev komîte gelekî girîng in."
Cengîz Çandar diyar kir ku nabe hikûmet bi dilgiraniya windakirina dengan pêvajoyê radestî burokrasiyê bike.
Wî bal kişand ser girîngiya îradeya siyasî.
Çandar destnîşan kir ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêka mezin a 50 salî divê burokrasî ji pêşhukmiyên xwe bê paqijkirin û got:
“Burokrasî dikare her tim bi pêşhukmiyan tevbigere û dikare derbê li pêvajoyê bixe. Ev kar, karê siyasetmedaran e.
Divê siyasetmedar êdî ne tenê destê xwe, laşê xwe jî bixin bin kevir. Çimkî em qala meseleyeke 50 salî dikin.
Xwezî di qonaxa amadehiyê de tevkariya partiyên li Parlamentoyê jî bihata wergirtin, wê demê dê pêvajo gelekî rihettir bidomaya.
Êdî dema ku pêşnûmeyê sewq bikin em dê bibînin ka em dê bi nivîseke çawa re rûbirû bimînin."


