Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê li ser pêşnûmeya yasaya çarçoveyê ya pêvajoyê daxuyanî da û got, “Divê li ser qanûna çarçoveyê lihevkirineke hevpar hebe.”
Ayşegul Dogana her wiha got, “Wekî DEM Partiyê em careke din bi bîr tînin ku Ocalan mixetab û aktorê diyarker ê pêvajoyê ye.”
Ayşegul Doganê li Navenda Giştî ya DEM Partiyê li ser mijarên di rojevê de axivî.
Doganê di destpêka axaftina xwe de anî zimên ku rojeva sereke ya siyasetê "pêşnûmeya yasaya çarçoveyê" ya pêvajoya çareseriyê ye.
"Em qala pirsgirêkeke sedsalî dikin"
Doganê qala hevdîtinên partiya xwe kir û got:
“Beriya du rojan Desteya Birêvebiriya Navendî ya partiya me civiya û rojeva me ya sereke yasaya çarçoveyê bû.
Beriya ku Parlamento bikeve bêhnvedanê divê ev yasa derkeve, ev lihevkirin gelekî girîng e. Ji bo gava yekem a qanûnî amadehî tên kirin."
Berdevka DEM Partiyê destnîşan kir ku ev yasa gelekî krîtîk e û wiha pê de çû:
"Çareserî tenê bi derxistina qanûnekê pêk nayê. Em qala pirsgirêkeke sedsalî dikin. Em di pêvajoyekê re derbas dibin ku dê vê pirsgirêka sedsalî çareser bike û qanûna biratiyê ava bike.
Em bangî partiyên siyasî dikin ku li gorî vê hesasiyetê tevbigerin.
Nabe ku ev mijar li gorî hesabên teng ên siyasî were destgirtin. Em xebatên xwe li gorî vê hesasiyetê dikin û divê ji niha û pê ve jî wisa bibe.”
Dan û standin hîn bi encam nebûne
Ayşegul Doganê diyar kir ku li ser pêşnûmeya yasaya çarçoveyê dan û standin didomin û wiha axivî:
“Dan û standin hîn bi encam nebûne. Helbet cudahî hene lê ji bo ku lihevkirinek li ser pêşnûmeyê çêbibe muzakere didomin. Divê yasaya çarçoveyê li ser lihevkirineke hevpar û bi tevlîbûna hemû beşan pêk were."
Doganê ragihand ku piştî yasa derket dê serdemeke nû dest pê bike û ew yasa dê bibe çavkaniya yasayên nû, lewma zimanê yasa û naveroka wê ji bo wan gelekî girîng e.
“Ocalan mixetabê sereke ye”
Doganê li ser rewşa Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan jî peyamên zelal dan:
“Wekî DEM Partiyê em careke din bi bîr tînin ku Rêzdar Ocalan mixetab û aktorê diyarker ê pêvajoyê ye.
Li gorî rastiya pêvajoyê divê şert û mercên hiqûqî yên Birêz Ocalan werin sererastkirin. Divê mekanîzmayên pêwîst werin avakirin û li hemberî pirsgirêkên ku dê derkevin tedbîr werin stendin.”
Ayşegul Doganê bal kişand ser zimanê çapemeniyê yê li ser pêvajoyê û got:
“Bikaranîna ziman gelekî girîng e. Divê ev ziman bibe zimanê aştiyê. Divê dev ji zimanê dijber û dijminatiyê were berdan.
Hemû welatiyên Tirkiyeyê ji ber şer û pevçûnan êşên mezin kişandin. Niha ew serdem bi dawî dibe. Ji ber wê jî pêwîstî bi zimanekî nû yê avaker heye.”
Divê naveroka qanûnê berfireh be
Berdevka DEM Partiyê da zanîn ku divê qanûn bingeheke xurt ji bo aştî û demokrasiyê ava bike û wiha domand:
“Dibe ku yasa demkî be lê divê bandora wê demdirêj be. Em li bendê ne ku Parlamento li ser dîrokê daxuyaniyekê bide. Ji ber wê jî saet û rojên li pêşiya me gelekî krîtîk in.”
Doganê bersiva pirsên rojnamegeran ên li ser fikarên "gelo dê AK Partî bi tenê pêşnûmeyê amade bike" jî da.
Wê diyar kir ku divê raya giştî li ser pêşnûmeyê were agahdarkirin û got, “Ev pêvajo ne yekalî ye. Divê lihevkirineke hevpar pêk were. Nabe ku helwesteke yekalî hebe. Divê naveroka qanûnê berfireh be û hemû kesan li xwe bigire.”



