کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Dema ku Bahçelî projeyasaya pêvajoyê îmze dike / Wêne: AA

Dema ku Bahçelî projeyasaya pêvajoyê îmze dike / Wêne: AA

TIRKIYE

Bahçelî: Divê Demîrtaş vegere mala xwe û Ocalan bigihe mafê hêviyê

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

05-08-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran05-08-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Edîrne û Kirklareliyê 29 koçberên neyasayî hatin desteserkirin
TIRKIYE19-11-2026

Li Edîrne û Kirklareliyê 29 koçberên neyasayî hatin desteserkirin

Bahçelî 7 pirsgirêkên Tirkiyeyê rêz kirin û banga çareseriyê kir
TIRKIYE19-11-2026

Bahçelî 7 pirsgirêkên Tirkiyeyê rêz kirin û banga çareseriyê kir

Ozgur Ozel: Partiya NÛ endaman nade Desteya Çavdêriyê
TIRKIYE18-11-2026

Ozgur Ozel: Partiya NÛ endaman nade Desteya Çavdêriyê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî piştî ku îmzeya pêşî avêt ser projeyasaya pêvajoyê ya ku pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê hat kirin daxuyanî dan.

Bahçelî diyar kir ku ev gaveke dîrokî ye ku "biratiya hezar salî tescîl dike."

“Biratiya me ya hezar salî hat tescîlkirin”

Bahçelî ji rojnameger Sînan Burhan re axivî û li ser yasaya pêvajoyê got:

"Bila ev îmzeya me li ser xêrê be. Bi vê îmzeyê biratiya me ya hezar salî careke din hat tescîlkirin.

Tirk, Kurd, ziman û nasnameya wan çi dibe bila bibe her kes bi ser ket.

86 milyon welatiyên me û gelên Rojhilata Navîn bi ser ketin. Di heman demê de gava yekem a xerakirina projeyên gerdûnî hat avêtin."

Bahçelî di daxuyaniya xwe de spasiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Parlamentoyê jî kir.

“Ev projeyeke dewletê ye”

Bahçelî destnîşan kir ku xebatên ku tên kirin "projeyeke dewletê" ne û pê de çû:

"Ev proje projeyeke dewletê ye. Parlamentoya me ji bo vê mijarê însiyatîva pêwîst girtiye.

Dewleta me xebatên pêwîst dike. Em dê hemû bi hev re vê pêvajoyê bişopînin."

“Ez bi rêya parêzeran bi Demîrtaş re diaxivim”

Bahçelî li ser pirsa li ser Selahattîn Demîrtaş eşkere kir ku ew bi rêya parêzeran pêwendiyê datîne û got:

"Min Selahattîn Demîrtaş di girtîgehê de ziyaret nekiriye.

Lê belê ez bi rêya parêzerên wî bi berdewamî pê re diaxivim, li rewşa wî dipirsim.

Ew jî silavên xwe ji min re dişîne. Hiqûqeke me ya baş heye.

Ez jê dipirsim ka daxwazeke wî heye yan na. Me bi Demîrtaş re li Parlamentoya Tirkiyeyê bi hev re kar kir."

“Divê Demîrtaş vegere mala xwe”

Bahçelî banga xwe ya berê ya bi rengê "Bila Selahattîn Demîrtaş vegere mala xwe" ducare kir û anî zimên:

"Ez dîsa heman tiştî dibêjim. Divê Selahattîn Demîrtaş vegere mala xwe, Ahmet vegerin ser karê xwe û Ocalan bigihe mafê hêviyê.

Divê Tirkiye bigihe aramiyê. Armanca me ew e ku li Tirkiye û herêmê aramî çêbibe."

Pirsên