Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya NÛ Ozgur Ozel pêşniyaryasaya çarçoveyê ya li ser pêvajoya çareseriyê rexne kir.
Ozgur Ozel ragihand ku ew dê piştgiriya çareseriya di bin banê Parlamentoya Tirkiyeyê de bidomînin lê niyeta wan nîne ku îmzeya xwe biavêjin bin pêşniyaryasayê.
Serokê Giştî yê Partiya NÛ Ozgur Ozel li Parlamentoya Tirkiyeyê bi parlamenterên hiqûqnas ên partiya xwe re civiya.
Wan li ser pêşniyaryasaya "Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" ya taybet bi pêvajoya çareseriyê civînek pêk anî ku 3 demjimêr û nîvan berdewam kir.
Ozel piştî civînê daxuyaniyek da rojnamegeran û diyar kir ku ev pêşniyaryasa bi awayekî "bêserûber" hatiye amadekirin.
Ozgur Ozel got:
"Em bi pêşniyaryasayekê re rû bi rû ne ku ji rexneyên teknîkî re vekirî ye.
Lê em dê di komîsyonê de beşdariya xwe bikin û li ser helwesta xwe ya roja yekem bimînin.
Niyeta me nîne ku em di vê demê de îmzeya xwe biavêjin bin vê reşnivîsê."
"Divê Demîrtaş were berdan"
Ozgur Ozel destnîşan kir ku divê pêvajoya çekdanînê û ya demokratîkbûnê bi hev re werin meşandin û pê de çû:
"Me got ev her du pêvajo di nav hev de ne.
Em dê bibînin ka kî çi qasî xwedî li îmzeya xwe derdikeve.
Divê gavên ji bo demokratîkbûnê werin avêtin, qeyûm werin rakirin, Selahattîn Demîrtaş û girtiyên siyasî werin berdan.
Me soza xwe daye ku li vî welatî careke din cenazeyên şehîdan neyên û em li ser soza xwe ne."
Rewşa Can Atalay û fezleke
Serokê Giştî yê Partiya NÛ her wiha bal kişand ser rewşa parlamenterê girtî Can Atalay û got ku beriya pêşniyaryasa biçe Civata Giştî, divê biryara li ser Atalay were xwendin û ew were berdan da ku atmosfereke rast a demokratîk ava bibe.
Ozgur Ozel li ser fezlekeya ku li dijî wî bi tawana "bertîlê" hatiye amadekirin jî axivî û ev yek wekî reşkirinê pênase kir.
Ozel spasiya hemû komên partiyan kir ku li dijî parvekirina naveroka fezlekeya li ser rakirina parêzbendiya wî helwest nîşan daye û anî ziman:
"Bertîlwergirtina parlamenterekî ne pêkan e.
Dixwazin avantajeke siyasî bidin AK Partiyê lê şikur ku hemû komên li Parlamentoyê li dijî vê yekê bûn yek."



