Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Saziya Îstixbaratê ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin li Enqereyê li gel Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî civiya.
Mijara sereke ya civînê pêvajoya tevlîkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a nav Artêşa Ereban a Sûriyeyê bû.
Serokê Saziya Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin li Enqereyê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî pêşwazî kir.
Di hevdîtinê de pêwendiyên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de, warên hevkariya hevbeş, ewlehiya herêmê û guherînên li Libnanê hatin gotûbêjkirin.
Kalin û Şeybanî bi taybetî bal kişand ser pêvajoya tevlîkirina HSDyê ya nav artêşê yan jî sîstema Sûriyeyê û xurtkirina hevkariyê ya di têkoşîna li dijî “tawanên terorê” de.
Di beşeke din a civînê de, li ser bandor û pêşhatên pêşniyaryasaya “Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî” ya li ser rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj hatin kirin.
Ev pêşniyaryasaya ku niha di rojeva Parlamentoya Tirkiyeyê de ye, wekî qonaxeke girîng a pêvajoya çareseriyê tê dîtin.
Berdewamiya hewlên hikûmeta Sûriyeyê yên ji bo rûbirûbûna çekdarên DAIŞê û avakirina aramiyê û ji aliyê din ve bandorên aborî û siyasî yên şerê Amerîka/Îsraîl û Îranê yên li ser herêmê û rewşa cezayan û veberhênanê di nav mijarên hevdîtina di navbera Kalin û Şeybanî de bûn.
Ev civîna astbilind a ewlehiyê ya li Enqereyê hevdem e li gel pêşkêşkirina pêşniyaryasayê Parlamentoya Tirkiyeyê.
Armanca vê yasayê diyarkirina rêkarên yasayî yên qonaxa piştî fesixkirina PKKyê ye.
Di heman demê de mijara tevlîkirina HSDyê û rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê beşek in ji wê pêvajoyê ku Tirkiye û Sûriye tê de hevaheng in.
"Divê çek tenê di destê dewletê de bin"
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî diyar kir ku ew piştgiriyê didin gavên ji bo komkirina çekan a ku tenê di bin kontrola saziyên fermî yên dewletê de bin li Îraq û Libnanê.
Wî destnîşan kir ku ev yek ji bo aramiya herêmê pêdiviyeke bingehîn e.
Şeybanî li gel Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî li Enqereyê konferanseke rojnamegeriyê ya hevbeş li dar xist.
Şeybanî anî ziman ku Şam û Enqere li ser piştgiriya hewlên bihêzkirina serweriya Îraq û Libnanê li hev kiriye.
Esed Şeybanî li ser girîngiya kontrolkirina çekan a ji aliyê dewletê ve got:
"Me li ser piştgiriya gavên birayên xwe yên li Îraq û Libnanê yên ji bo bihêzkirina serweriya dewletê û komkirina çekan a di destê saziyên niştimanî de li hev kir.
Ev gaveke bingehîn e ku dê dawiyê li bêaramîya li herêmê bîne."
Şeybanî destnîşan kir ku Sûriye di mijara kontrolkirina çekan a ji aliyê dewletê ve tecrubeyeke girîng bi dest xistiye û ev tecrube ji bo welatên cîran wekî "modeleke rastîn" pênase kir.
"Sînorên me di bin gefa milîsan de ne"
Şeybanî her wiha êrişên li ser welatên Kendavê şermezar kirin û da zanîn:
"Parastina ewlehiya Kendavê û dûrxistina wê ya ji pevçûnan pêdiviyeke herî bilind e."
Şeybanî bal kişand ser gefên ewlehiyê yên li ser Sûriyeyê û anî ziman:
"Sûriye ji ber gefên milîsên çekdar ên ku sînorên welatên cîran bi kar tînin û li derveyî kontrola dewletê çekan hildigirin dinale."
Şeybanî diyar kir ku saziyên wan ên ewlehî û leşkerî bi biryardarî li dijî van gefan têdikoşin û got:
"Em ji bo zêdekirina şiyanên xwe yên mirovî û teknîkî yên li ser hemû sînorên xwe dixebitin.
Ji bo parastina ewlehiya neteweyî û silametiya gelê xwe, em bi cîranên xwe re di nav hevahengiyê de ne."




