Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ragihand ku hinek xalên pêşniyaryasaya pêvajoyê li dijî "ruhê aştiyê" ne.
ÎHDyê xwest ku hemû darizandin û mehkûmiyetên ku ji ber Pirsgirêka Kurdan derketine holê werin betalkirin.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li ser hesabê xwe yê medyaya civakî li ser pêşniyaryasaya "Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" daxuyaniyek belav kir.
Komeleyê 7 pêşniyarên ji bo guherînê rêz kirin û destnîşan kir ku ev pêşniyaryasa ji bo çareseriya demokratîk a Pirsgirêka Kurdan gava yekem a girîng e lê ji bo serkeftinê divê hinek kêmasiyên teknîkî û hiqûqî werin sererastkirin.
ÎHD dixwaze ku ji bo destnîşankirina Konseya Ewlehiyê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MGK) demeke maqûl were diyarkirin.
Komeleyê pêşniyar kir ku ev dem herî zêde mehek be da ku pêvajo bi derengî nekeve.
ÎHDyê her wiha da zanîn ku cudakariya di navbera tawan û dîrokan de daxwazên aştiyê bi cih nayîne û divê yasa hemû dozên girêdayî vê pirsê ji holê rake da ku çekberdan û aştiya civakî bileztir bibe.
Qedexeya siyasetê nayê qebûlkirin
Komeleya Mafên Mirovan rexne li xala "qedexeya siyasetê" ya 2-3 salan girt û diyar kir ku astengkirina xebatên siyasî li dijî armanca sereke ya pêvajoyê ye.
Li gorî ÎHDyê, li şûna çekan divê rê li ber beşdariya siyasî bi temamî were vekirin.
Her wiha hat pêşniyarkirin ku nûnerên civaka sivîl û pisporên çareserkirina pevçûnan jî di nav "Komîsyona Çavdêriyê" ya Parlamentoyê de cih bigirin ku baweriya civakê ya bi pêvajoyê xurt bibe.
ÎHDyê xwest ku ji bo girtiyan û kesên li derveyî welat, kar û barên yasayî bêyî şertê serlêdanê û bi awayekî rasterast werin meşandin.
Di dawiya daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa Akademîsyenên Aştiyê û kedkarên ku bi biryarnameyên di hukmê yasayê de (KHK) ji kar hatine dûrxistin.
Komeleya Mafên Mirovan tekez dike ku hiştina van kesan a li derveyî çarçoveyê wijdana civakî birîndar dike û divê ew jî di nav vê yasayê de cih bigirin.



