Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Sezaî Temellî got, “Me di qada siyaseta demokratîk de têkoşîneke nû da destpêkirin.”
Pêşniyaryasaya taybet bi pêvajoya çareseriyê ya bi navê "Pêşniyaryasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî"ya ku pêşkêşî Komîsyona Dadê ya Parlamentoyê hatibû kirin, di dengdanê de bi temamî hat qebûlkirin.
Wekîlê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî beşdarî bultena Rûdaw TVyê bû û yasaya çarçoveyê nirxand.
“Kurdan têkoşîneke girîng da destpêkirin”
Temellî li ser pirsa "Gelo dema we ev yasaya çarçoveyê îmze kir dilê we rehet bû yan jî tevî hemû zehmetiyan we îmze kir?" diyar kir ku ev qanûn qonaxeke girîng e.
Wî anî zimên ku Kurdan li ser bingeha welatîbûna wekhev û di qada siyaseta demokratîk de têkoşîneke nû daye destpêkirin û got:
“Tevî hemû zext û tinehesibandinê jî êdî Kurdan li ser bingeha welatîbûna wekhev di qada siyaseta demokratîk de têkoşîneke girîng da destpêkirin.
Ev qonaxeke krîtîk e. Em bi vê yekê dizanin. Em bi zehmetiyên wê jî dizanin. Lê ez bawer im ku em dê bi piştgiriya xurt a gelê Kurd û bi heman nêzîkatiya her çar parçeyên Kurdistanê van zehmetiyan bi hev re derbas bikin."
“Em rexneyan li ser serê xwe dibin”
Temellî li ser rexneyên ku ji bo qanûnê tên kirin destnîşan kir ku ew giringiyê didin rexneyan û ev qanûn tenê pêngava yekem e û wiha domand:
"Hemû rexne digihîjin ber destê me. Eger li cihekî rexne hebe û negihîje me, em bi xwe diçin wan rexneyan werdigirin û li ser serê xwe dibin.
Rexne mafdar in. Çimkî ev qanûna pêngava yekem e. Her tişt bi vê qanûnê xelas nebû. Jixwe ne mimkin e ku xelas bibe jî.
Em qala Pirsgirêka Kurdan a pir mezin dikin. Êdî ne tenê li welêt an jî li herêmê, ev pirsgirêkeke cîhanî ye. Lê pêwîst bû ku em dest pê bikin.
Gelekî girîng e ku Birêz Ocalan 27ê Sibata 2025an pêvajoya aştiyê ya negatîf da destpêkirin. Paşê Sibata 2026an pêvajoya aştiyê ya pozîtîf da destpêkirin û pişt re jî ev yek derbasî qonaxa qanûnî bû.
Em hîn di destpêka rêyê de ne lê em bi hêvî û bibiryar in. Çima em bibiryar in? Çimkî em dizanin ku em tenê dikarin bi têkoşînê vê rêyê derbas bikin.
Em dê di qada siyaseta demokratîk de têkoşîneke xurttir û dan û standineke bibiryar bi hev re bimeşînin."
Ma dê penaberên Mexmûrê jî vegerin?
Temellî li ser pirsa "Ma ev qanûn vegera penaberên Kampa Mexmûrê jî li xwe digire?" diyar kir ku ev qanûn hemû pêkhateyên girêdayî PKKyê û hevpeymanên wê li xwe digire û got:
"Naveroka vê pêvajoyê her kesî li xwe digire. Hemû pêkhateyên ku bi PKKyê re girêdayî ne, di nav pêwendiyan de ne yan jî hevpeymanên wê ne di nav vê qanûnê de ne. Ji bo bicihanîna qanûnê yek du pêngav hene. Dê pêşî di Rojnameya Fermî de bê weşandin.
Paşê dê komîte werin avakirin. Piştî biryara komîteyan, dê pêvajoyeke serlêdanê ya 6 mehan dest pê bike. Piştî vê pêvajoyê her kesê ku bixwaze dikare sûdê ji vê qanûnê bibîne. Loma qanûn ji bo her kesî ye."
“DEM Partî mecbûr e di nav hevpeymaniya desthilatê de be”
Wî li ser pirsa "Hûn niha wekî partî li cem hevpeymaniya desthilatê disekinin. Ma dê ev hevpeymanî di dema hilbijartinê de jî bidome?" got, "Mecbûr e ku bibe."
Wî diyar kir ku ji bo pêvajo bi awayekî tendurist berdewam bike û divê dan û standin bidomin û got:
"Mecbûr e ku bibe. Helbet Birêz Ocalan wekî serokê dan û standinan bi dewletê re hevdîtinan dike.
Em jî wekî DEM Partiyê di qada siyaseta demokratîk de hinek dan û standinan dikin.
Lê pir girîng e ku ev pêvajo bi awayekî giştî û tendurist bixebite. Hem Tirkiye û hem jî herêm ketiye serdemeke nû. Dê encamên vê yekê yên gelekî girîng hebin."
Di meha çiriya pêşîn de dê qanûna înfazê were
Temellî da zanîn ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê gavên hiqûqî werin avêtin û wiha got:
"Ji bo ku ev encam di berjewendiya gelê Kurd de bin, divê em bi hev re kar bikin. Beriya her tiştî divê demildest li ser jiyana siyaseta demokratîk sererastkirinên hiqûqî werin kirin.
Em ji daxuyaniyên desthilatê fêm dikin ku dê di meha çiriya pêşîn de sererastkirineke înfazê were.
Li pey wê dê di gelek qanûnan de guherîn werin kirin û dê di jiyana civakî de jî hinek sererastkirin werin kirin.
Di serî de jî sepana qeyûman heye. Pêvajoyeke pir bilez li benda me ye da ku em van hemû pirsgirêkan derbas bikin."
“Me wekî DEM Partiyê pêvajoya nûbûnê da destpêkirin”
Temellî li ser kongreya partiyê û xwenûkirinê jî ev agahî dan:
"Belê, me wekî DEM Partiyê pêvajoya jinûveavabûnê (nûbûnê) da destpêkirin. Em dê kongreya xwe jî li ser vî esasî pêk bînin.
Lê beriya her tiştî em dê ji ber mecbûriyeta qanûnî 6ê Îlonê kongreyekê çêbikin. Piştî vê kongreyê dê pêvajoya me ya jinûveavabûnê dest pê bike.
Helbet ev yek dê li gorî şert û mercên nû û pêşhatên nû be. Em dixwazin vê yekê di demeke herî kurt de bînin cih."
“Armanca têkoşîna me ya siyasî ne bidestxistina meqaman e”
Temellî Li ser pirsa "Ma hûn dê di hikûmeta nû de bibin hevparê desthilatê? Ma hûn dê wezaretan wergirin?" destnîşan kir ku armanca wan ne meqam e û got:
"Tiştekî wiha qet nehat axaftin û nîqaşkirin. Jixwe armanca têkoşîna me ya siyasî nikare bi meseleya meqaman sînordar be.
Loma jî pêşî kongreyên me hene. Paşê jî dê hilbijartinek li benda me be. Lê beriya her tiştî em armanc dikin ku li gorî pêvajoyê civaka demokratîk ava bikin û xwe bi rêxistin bikin.
Loma siyaseteke ji bo meqamekî yan jî ji bo encamên hilbijartinê qet di rojeva me de nîne."


.webp&w=3840&q=75)